Civak

Îro salvegera şehîdbûna Şêx Ebdulselam Barzanî ye

Şêx Ebsulselam Barzanî berî 109 salan wek îro li Mûsilê ji aliyê Osmaniyan ve hat darvekirin.

Şêx Ebdulselam Barzanî ku, birayê mezin ê nemir Mele Mistefa Barzanî ye, di 1868an de li gundê Barzan ji dayik bûye.

Şêx Ebdulselam Barzanî li dijî zilm û zordariya Osmaniyan serokatiya raperîna Kurdî  kiriye û cara yekem bi nameyekê doza serbixwebûn û otonomiya Kurdistanê li Osmaniyan  kiriye.

Şêx Ebdulselam Barzanî bi komkirina eşîrên Kurd yên li deverê û çekdarkirina wan a li dijî Osmaniyan, bingehek ji raperîna Kurdî re danî.

Şêx Ebdulselam Barzanî bi ser ku oldarekî navdar bûye, herweha reformxwazekî civakî û siyasî jî bûye û yekem kes e ku li deverê qanûnên jîngehparêziyê xistiye meriyetê.

Gorbihuşt bi Fermana waliyê Mûsilê yê Osmaniyan Nezîr Paşa di sala 1914an de hat şeniqandin û ket nav karwanê şehîdên Kurd û Kurdistanê.

Back to top button