Civak

Rêvebira PKK Mizgîn Guyî jiyana xwe ji dest da

Wesayita Mizgîn Guyî, ku yek ji rêvebirên PKK ye, bû hedefa balafira bêmirov (SÎHA) a girêdayî MÎT a Tirkiyê û jiyana xwe ji dest da. 

Li gor agahiyên ku ajansa AA ji çavkaniyên ewlehiyê bidest xistine, MÎTê “Sebahat Ormanli”ya bi kodnavê “Mizgîn Guyî” ku yek ji rêveberên PKK yê di kategoriya kesk de dihat lêgerîn û li metropolan fermana êrîşan daye, hedef girt. 

Hat ragihandin ku Mizgîn Gûyî di encama operasyona hewayî ya SÎHA ya bêmirov de ji aliyê MÎTê ve li derveyî sînor jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku yek ji 18 endaman û yek ji parêzvanên Komalên Jinên Ciwan ên PKKê (KJCK) Guyî, ji bo daristanên Tirkiyê bişewitînin û li bajaran çalakiyên şewitandinê pêk bînin, ferman daye endamên KJCKê. 

Guyî ku di sala 2012an de tev li kadroyên gundan ên PKKê bûye, di Lîsteya Lêgerîna Terorê de di kategoriya “kesk” de cîh digirt. 

Back to top button