
Di encama pevçûna desteyek ji pêşmergeyên Navenda Teşkîlata Nihênî ya Hizba Dêmokrat ligel hêzên dijî-gelî ên Komara Îslamî li herêma Pîranşarê de, 6 pêşmergeyên Hizba Dêmokrat şehîd bûn.
Di wê şer û pevçûnê de ku şeva çarşemê, 10ê Pûşperê li gundê Qizqapanê ku sê kîlometran dûrî bajarê Pîranşarê ye qewmî, 6 pêşmerge bi navên Karo Hormizyarî, Ferdîn Cîhangîrî, Mihemed Xakî, Ebdullah Mihemedpûr, Tewana Osmanî û Mihemedemîn Bayezîdî şehîd bûn. Ev desteya pêşmergeyan di demekê de ku ji bo erkeke siyasî û teşkîlatî hatibûn erkdarkirin, ketine kemîna hêzeke mezin û biçek a Spaha Pasdaran.
Navenda Teşkîlata Nihênî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê radigehîne ku xwîna geş a vê desteya pêşmergeyên bajêr ku li herêma Pîranşarê di rêya azadiyê de tevlî axa nîştiman bû, dê bibe bingeha serkeftina dawîn a xebata Hizb û neteweya me bi ser dîktatoriya Komara Îslamî de. Hevdem hewarbirina rejimê bo tepeserî, teror û tirsandinê, tenê nîşana bêçaretî, daxuyanî û hewldana dawîn a sîstemekê ye ku li ber rûxandinê ye û ji tirsa tola xortên neteweyî, dest avêtiye tawana qirêj.
Em di demekê de ku serê rêzê li ber xebat û fîdakariya van nemiran ditewînin, radegihînin ku xwîna geş a van şehîdan berdêla azadiyê û bingeha geşbûna xebat û serkeftina dawîn a gelê me bi ser Komara Îslamî de ye. Xelkê Kurdistanê û zarokên din ên xebatkar ên nîştiman rê nadin ku xwîna bi neheqî hatiye rijandin a vê desteya pêşmergeyan vala biçe.
Bijî xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd!
Nemirî û şanazî bo şehîdên herî nû yên deryaya xwînê ya herêma Pîranşarê û hemû şehîdên Kurdistanê!
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Teşkîlata Nihênî


