CîhanFlaş

Îran amadehiya weşartina termê Elî Xameneyî dike..

Tehranê hişyariyek hişk da Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê û got ku her “şîrovekirinek xelet” di merasîma cenazeyê rêberê berê yê Îranê Elî Xameneyî de dê bi bersivek nemîne.”

Fermandarê baregeha Xatem el-Enbiya, Elî Abdullahî di daxuyaniyekê de got:””Em dijminên Îranê, bi taybetî Dewletên Yekbûyî û rejîma Siyonîst, hişyar dikin ku ji her şkiryarek xelet dûr bisekinin,

Ev hişyariya leşkerî di demekê de tê ku Îran ji bo merasîma cenazeyê Rêberê Bilind Elî Xameneyî amadekariyan dike, ku biryar e di 4ê Tîrmehê de li Tehranê dest pê bike û di 9ê Tîrmehê de li Meşhedê biqede.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî piştî ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz got ku rêberê niha yê Îranê Mojteba Xameneyî “armancek kuştinê” ye, hişyariyek wisa da Îsraîlê. Iraqçî tekez kir ku Tehran dê tavilê û bi tundî bersivê bide her gefek li dijî gel û serokatiya xwe.

Tedbîrên ewlehiyê li seranserê Îranê hatine tundkirin. Serokê Rêxistina Hewayî ya Sivîl a Îranê got ku qedexeyên demkî li ser firînan dê li gelek bajaran wekî Tehran û Meşhedê werin bicîh kirin. Navbeynkarên navneteweyî yên li Qeterê jî gotin ku danûstandinên nerasterast ên di navbera Washington û Tehranê de heta ku merasîma cenaze biqede demkî hatine rawestandin.

Serokê Bilind ê Îranê yê berê Elî Xamineyî di 28ê Sibata 2026an de, di roja yekem a şerê Îranê de, di êrîşên hewayî yên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê de hat kuştin. Cenazeyê wî ji ber berdewamiya pevçûnên leşkerî û pêwîstiya amadekirina binesaziyê ji bo pêşwazîkirina bi mîlyonan mirovên ku tê payîn beşdar bibin, bi mehan hat paşxistin.

Back to top button