Cîhan

Şeş alîgirên PDKÎ 8 sal û 6 meh ceza girtin

Ebdulkerîm Kakûl, Silêman şarwêranî, Xizir Ebdulahî, Osman Hemzezade, Aram Şeiban û Fexredîn Podat, li bajarê Şinoyê, ji alî Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatin girtin.

Li gor rapora Saziya Mafê Mirovan, ev her şeş welatiyên Kurd roja Yekşemê 9ê Tîrmeha 2023an, di malên xwe de ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve bi awayekî hovane hatine girtin û piştî demekê, bi tohmeta endametiya PDKÎ bi 8 sal û 6 mehan hatine cezakirin.

Back to top button