Mamosteyê zimanê Kurdî bi 11 salên girtîgehê hat cezakirin

Seywan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurdî û Endamê Heyeta Birêveberiya Encumena Çandî_Civakî ya “Nûjîn”ê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Sine, bi 11 salên girtîgehê hat cezakirin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ragihand ku Seywan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurdî ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreş a Sine ve bi serokatiya dadwer Keremî bi tohmeta ” têkdana ewlehiyê” 10 sal û bi tohmeta “propaganda li dijî hikûmetê” jî salek, li ser hev 11 sal cezayê girtîgehê stend.
Seywan Îbrahîmî, di meha Tebaxa îsal de jî, di dosyeyek din de, ji aliyê taya 106 a Dadgeha Sizayan a Sine bi tohmeta “têkdana aramî û asayişa giştî” bi salek girtîgeh, dûrxistina ji kar û 40 derbên qamçiyan hatibû cezakirin.
Seywan Îbrahîmî hevjînê Zara Mihemedî ye ku endamê Desteya Rêveber a Encûmena Nojînê û mamosteya zimanê Kurdî ye û ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ve hatibû cezakirin.