Dadgeha Federal biryara li ser yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê taloq kir
Hat ragihandin ku Dadgeha Federal a Iraqê ji bo nirxandin û biryara ku di derbarê Qanûna Hilbijartinê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de bide, ji ber giliyê endamên YNK hat taloqkirin.
Hat ragihandin ku rûniştina Dadgeha Federal a di derbarê gilîkirina li dijî Qanûna Hilbijartinê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo 27ê Kanûnê hat taloqkirin.
Dadgeha Federal wê gilîyê Serokê Koma YNKê ya heyama pêncem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ziyad Cebar û Parlamentera Fraksiyona Rafideyîn a encûmena parêzgeha Silêmaniyê Amanc Necîb Şemûn binirxîne.
Di gilînameyê de ji Dadgeha Federalî tê xwestin ku bendên 1, 9, 15, 22 û 36 yên qanûna hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê (qanûna jimare 1 a sala 1992) nedestûrî îlan bike.
Guhertinên ku tên xwestin mijarên girêdayî kursiyên kota û navçeyên hilbijartinê ne.