Heye jî û tuneye jî

Lê dîsa jî wek tê gotin “ ji tunebûnê çêtire“ û divê Kurdan ev fersend nerevanda û zarokên xwe bişandina dersên zimanê Kurdî, dersên zimanê xwe.
Nûrî çelîk
Sal 1980, dema derbeya leşkirî bû. Li Batmanê leşkirên Tirk li her taxê, li her malê, li çek û sîlehan digeriyan, çek û sîleha kê hebûya ew digirtin û dibirin.
Mistefa (Misto) zarokekî 6-7 salî bû. Demança bavê wî hebû û li malê veşartibû. Misto cihê demança bavê xwe dizanîbû. Rojekê leşkiran bi ser malê de girt. Bav ne li mal bû, Misto, dê û xuşkên xwe li malê bûn.
Ê serleşkir ji Misto dipirse: Ewladim, ma demança bavê te heye?
Misto zarok e, bi tirs e. Bêje demançe heye wê bavê wî lêxe, bêje tuneye û demançe bê dîtin wê leşkir lêxe.
Misto nîvkelogirî ji serleşkir re dibêje: Heye jî û tuneye jî.
Em Kurd milletekî ecêb û kesanedî ne. Milletê herî kevnar ê dinyayê, xwedîyê dîroka herî kevnar a dinyayê, xwedîyê zimanê herî kevnar ê dinyayê, maka zimanên dinyayê, xwedîyê leheng û qehremanên herî mezin ên dinyayê, xwedîyê şer û berxwedanên herî mezin ên dinyayê, milletekî bi hejmara xwe ya 70 milyonî û belkî jî zêdetir jî, îro ketine çi halî sosret û şermezarîyek mezin e. Rast e, welatekî me yê serbixwe tuneye. Lê bi vê hejmara mezin, bi vê dîrok, serpêhatî, ziman û çanda dewlemend gerek niha ne welatek, belkî jî gelek welatên me hebûna. Bi dehan milletên ku nifûsa wan 10 heta 100 hezarî ne hene. Lê Kurdên ku çêker û damezrînerên şaristanî û mirovatîya cîhanê ne, bi 70 milyon nifûsa xwe hê jî bindest e, kole ye û xwe nas nekiriye.
Ji qewla Mistoyê 6-7 salî ve, hem heye û hem tuneye.
Bi dîroka xwe hem em hene û hem jî tunene.
Bi zîndebûna xwe hem em hene û hem jî tunene.
Bi comerdî, mêrxasî û mirovperwerîya xwe hem em hene û hem jî tunene.
Bi Kurdbûn û Kurdayetîya xwe hem em hene û hem jî tunene.
Û belkî ji wan girîngtir, bi zimanê xwe hem em hene û hem jî tunene.
Yanî, wek millet hem em hene û hem jî tunene.
Ziman nasname û hebûna milletekî ye. Mîrateyên wî zimanî zarok in, yên ku wî zimanî hilgirin pêşerojê û nehêlin ew ziman bimire, zarok in. Û heger ew zarok bûn biyanîyên zimanê xwe, ji bo milletekî qora qiyametê ew roj e. Zarok çarenûsa milletekî û nifş û mezinên pêşerojê ne. Ziman bi wan re dijî, bi wan zînde dimîne, bi wan heye û bi wan re dimire.
Zimanê zikmakî hebûn û tunebûn, man û mirina milletekî ye. Bi taybet ji bo me Kurdan wek av û nên girîng e. Lê mixabin wek her tiştî em girîngîya zimanê xwe jî nizanin. Nizanin ku ziman em in û em ziman in. Yek yekî temam dike û mirina yekî mirina yê din e.
Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî wek “ Dersa Bijare“ tê xwendin. Tirkîyeya ku ji nîvê nifûsa wê zêdetir Kurd in, Kurd hêjayî “ Dersa Bijare“ hatine dîtin û bêguman ev yek jî hem ji bo Kurdan û hem jî jib o rayedarên dewleta Tirk şerm û rûreşîyek mezin e. Lê dîsa jî wek tê gotin “ ji tunebûnê çêtire“ û divê Kurdan ev fersend nerevanda û zarokên xwe bişandina dersên zimanê Kurdî, dersên zimanê xwe. Lê mixabin derdikeve holê ku qedir û girîngîya zimanê Kurdî ji gelek Kurdan re pênc pere nake. Dagîrkirina hest û mejîyê wan hiştiye ku Kurd ji ziman û nasnameya xwe dûr bikeve û aşiqê celadê xwe bibe.
Herî dawî derket holê ku hejmara xwendevanên “ Dersa Kurdî ya Bijare“ ji 80 hezarî daketiye 23 hezaran. Hejmara xwendevanên ku di sala 2015an de 80 hezar bû, (îsal) di 2023an de daketiye 23 hezar xwendevan. Yanî, di nava 8 salan de 57 hezar xwendevanên Kurd kêm bûne. Ev yek nîşan dide bê em Kurd çiqasî bûne biyanî û neyarê zimanê xwe. Zimanê me jî wek xebat û daxwazên me yên siyasî daketiye asta herî jêr û wek doza serxwebûnê zimanê me jî ji dewlemendîya xwe daketiye asta “ xişxişê“, asta hebûn û tunebûnê.
Dibêjin “ Sal bi sal, xwezî bi par“.
Hêvîdarim sala pêşîya me, yanî di sala 2024an de hejmara 23 hezar xwendevanên Kurd danekeve 5 yan 10 hezarî û em ji xwe û zimanê xwe şerm û fedî nekin.
Dîsa ji qewla Misto ve, “ Heye jî û tuneye jî“.
Mixabin em Kurd hene jî û tunene jî wesselam….