Hevpeyvîn

Serxwebûna Kurdistanê ne xewn e

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de ligel televiziyona ZDF a Almanî pêkanî, Barzanî da xûyakirin ku; ji aliyê îdeolojî ve ji têkbirina DAIŞê re demek dirêj pêwîst e, lê ji aliyê serbazî ve jinavbirina DAIŞê karekî zehemt nîne. Digel ku ew kar ne hêsan be jî, lê ne mimkûn jî nîne. Mesrûr Barzanî tekez jî kir, digel wê yekê ku gerek di milê serbazî de şerê DAIŞê bê kirin, lê gerek çavkaniyên darayî yên wê rêxistinê jî bên qutkirin. Mesrûr Barzanî di beşek din a axaftinên xwe de ragihand: “Em girîngiya rizgarkirina Musilê fêm dikin, lê bi dilhêsayî ve têkşikandina DAIŞê li Musilê di berjewendiya Kurdistanê de dibe. Lê belê ji bo şandina Hêzên Pêşmerge bo derveyî Herêma Kurdistanê, biraya parlamentoyê pêwîst e û gerek parlamentoya Kurdistanê razîbûna xwe di wî warî de rabigihîne.” Mesrûr Barzanî herwiha red kir, “Serxwebûna Kurdistanê” xewn be. Mesrûr Barzanî ragihand, Netewa Kurd jî mînak her netewên din mafê wê heye ku mafê diyarkirina çarenivîsa xwe di pratîk de bi kar bîne û biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: “Ew yek tiştek e ku ne ez û ne ti siyasetmedarekî din nikare gotûbêjê li ser bike. Em di wê baweriyê de ne, baştirîn rê ji bo wê yekê ku bê zanîn, ka gelo gelê kurd çi dixwaze, encamdana referandumê û guhgirtina rasterast li xelkê Kurdistanê ye. Gerek guh li wan bê girtin da ku bê zanîn ka gelo ew ji bo paşeroja xwe çi dixwazin.”

Back to top button