Nêçîrvan Barzanî li bajarê Silêmaniyê di pilatforma Silêmaniyê ya Parêzgehên Iraqê de beşdar bû û tê de gotarek pêşkêş kir.Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Xelkê Iraqê niha di rewşeke pir xerab de dijîn, sedema wê yekê jî piştguhxistiba destura Iraqê ye. Me çendîn car hemû aliyên Iraq û Hikûmeta Bexdayê ji encamên xerab ên wê yekê hişyar kirine, lê mixabin guh nedidan serkirdatiya Kurdistanê û niha hemû gelên Iraqê encama wê siyasetê didin.”Serokwezîr Barzanî got: “Destura nû ya Iraqê, sîstema Iraqê kir sîstemeke federal, lê mixabin her zû ew destur hat piştguhxistin û nakokî pê nehatin çareserkirin. Mixabin fedralî li Iraqê hebûna wê nemaye. Herwiha ti hevbeşî û lihevkirina rast li Bexdayê nemaye.”Barzanî wiha domand: “Serkirdatiya siyasî li Herêma Kurdistanê, bi şehadeta hemû aliyan gellek hewl dane bo avakirina lihevkirineke giştî, ku hemû pêkhatan li xwe bigire û hemû nakokî bi rêkeftin werin çareserkirin. Çi hatiye ser mile me, me kiriye, da ku pêkvejiyan û lihevkirin li Iraqê hebe.”Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ragihand: “Herêma Kurdistanê niha jî ji hemû cihên Iraqê bêtir himêza xwe vekiriye û baştir bûye ji penaberan û hewandina wan. Xelkê Kurdistanê gellekî şanaziyê bi vê yekê dikin û Kurdistan li gorî derfetan berdewam cihê koçberan e, lê mixabin tevî wê pêşwaziyê em dibînin ku Hikûmeta Iraqê bi qutkirina budce û mûçeyên me bersivê dide.”Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de wiha got: “Niha Herêma Kurdistanê bûye hêlîna zêdetirî milyonek û 800 hezar koçberên Iraqê û penaberên Rojavayê Kurdistanê û tenê bo xizmetên destpêkê salane pêwîstiya wan bi yek milyar û 500 milyon dolar heye.”Barzanî wiha domand: “Mixabin, tevî wê hejmara mezin ji koçberan û şerê ku rastî Herêma Kurdistanê hatiye, lê Hikûmeta Iraqê pêbendî rêkeftinê xwe ligel Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge nebûye.”Serokwezîr Barzanî ragihand: “Em jiyanek xweş û aramiyê ji xelkê Iraqê re dixwazin, lê bi rastî em nema karin wê bêparkirinê ji aliyê Hikûmeta Iraqê li hember xelkê Herêma Kurdistanê qebûl bikin. Em dibêjin, gerek em bi awayekî baştir hatibana padaştkirin û serkeftin û xweragiriya Hêzên Pêşmerge bi wefadarî bersiva wê hatiba dan, ji ber ku serkeftinên Pêşmerge cihê şanaziyê ne ji hemû Iraq û cîhanê re.”Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartinên giştî yên Tirkiyê peyamek belav kir û ragihand ku ew hêvîdar e piştî hilbijartinan pirsgirêka kurd li wî welatî were çareserkirin.Serokwezîr Barzanî di dûmahîka axaftina xwe de behsa hilbijartinên giştî yên Tirkiyê jî kir û wiha got: “Ez pîrozbahiyê li gelên Tirkiyê dikim ku îro parlamentoya xwe ya nû hildibijêrin. Ez hêvîdar im ev hilbijartin bibe sebeba zêdebûna xêr û aştiyê li Tirkiyê. Hêviya me ew e ku dengdan bi aramî pêk were û encamên wê ji bo hemû Tirkiyê baş bin. Her wiha hêviya me ew e ku piştî hilbijartinan pirsgirêka kurd were çareserkirin. Ez ji niha de pîrozbahiyê li hêz û aliyên serkeftî yên hilbijartinan dikim.”