Serxwebûn wek şîrê diya wan helal e
Nivîskara rojnama Cumhuriyetê Asli Aydintaşbaş di nivîsk ya xwe de, behsa referanduma serxwebûnê dike û di vê derbarê de bersiva gotinên Dewlet Bahçelî jî dide.Asli di nivîsa xwe de dibêje: Eve 15 salin kurd li himber kaosa Bexdayê disekinin û ji berî vê jî, 20 salan di bin zilma Sadam Huseyin de jiyane. Serxwebun ji bo kurdên Iraqê wek şîrê diya wan ji wan re helale.Asli dibêje: Mesud Barzani bi serê xwe ev biryara referanduma 25ê Îlonê negirtiye.Ev mafeke ku ji destûra Iraqê tê.Di destûra Iraqê de dibêje ku Iraq dewletek federale, û li gora destûrê kurd dikarin biryarê li ser çarenûsa xwe bidin.Destûrê ev maf daye kurda û tu mafê me bi xeberdanê tûneye.Îktidara Tirkiye di derbarê pirsa kurd di nava xwe de siyasetek xelet rêve dibe û bi pişgiriya MHPê hemû destkeftiyên demokratik ji holê rakiriye. Ji bo vê jî ne karê waye ku behsa mafê kurdên Iraqê yê destûrî bike.Niviskar di berdewamiya nivîsa xwe de dide xûyakirin ku, ji xwe îro sibe dê referandum çêbûya.20 salên dawî qenc , xirab hemû cîhanê dizaniya dê dawiyê de ev pêvajo bigihê dewletek serbixwe ya Kurdistanî.Asli Aydintaşbaş dibêje: Siyaseta herî akilane ew ku, hukumet Fobiya kurdî ji serê xwe bavêje û pêwendiyên dostanê li gel wan deyne û itifakqê li gel wan bike da ku bikaribe bandora xwe jî berfirehtir bike. Di baweriya min de demên dawî siyaseta hukumeta ya rast pêwendiyên baş li gel Kurdistanê ne.Nivîskar dibêje: Bi kurtahî heta niha Bexdayê tenê problem, pirsgirêkên mezhebî gendelî pêşkêşî Kurdistanê kiriye.Dema rewş ev be kî dikare ji daxwaziya kurda ya dewletbûnê xwe aciz bike?Ez bawer nakim hukumet guh bide pêşniyarên Bahçelî.Werger ji Tirkî/Rojevakurd