CîhanCivak

Ereb bilinkirina ala Îsrail di festivalê de rexne dikin

Li gora nûçeya Basnews, di nav ereban de bilindakirina ala Îsraîlê di “Festîvala Serxwebûna Kurdistanê” de bûye rojeveka germ. Vekolerekî kurd jî sebeba wê tîne ziman.Roja 26 vê mehê li bajarê Koln yê Almanya, çalakiyek bi navê “Festîvala Serxwebûna Kurdistanê” bo piştevanîkirina referandom û serxwebûna Kurdistanê hat lidarxistin.Di festîvalê de, li kêleka ala Kurdistanê, ala Îsraîl jî hatibû bilindkirin. Vê bûyerê bala ereban kişandibû. Medyaya Erebî jî ev pirs pirsiye ku gelo çima di Festîvala Serxwebûnê de alaya Îsraîl hatibû bilindkirin?Vekolerê kurd û endamê Navenda Lêkolînên Kurdî li Almanya, Îbrahîm Kaban ji rojnameya “El Weten” ya Misrî re gotiye, bersiva vê pirsê gelekî hêsan e çimkî Îsraîl bi eşkere piştevaniya dewleta Kurdistanê dike û mîna Tirkiye û Îranê ne li dijî referandom û serxwebûna Kurdistanê ye.  

Balkêş e ?
Close
Back to top button