Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand ku, bi hevkariya rewta demokratîxwaza li Siwêd, Ewropa û hemû cîhanê her diçe em ji xewna serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibin.Hejmarek siyastmedar, parlamentar û kesyetiyên siyasî di çend gotaran de li rojnameya Svenska Dagblad a Swêdî de, dane xûyakirin ku ew ew pişgirya ya serxwebûna Kurdistanê tekez dikin. Herweha ew xwe wek dilsozê pirsa kurd didin nîşandan.Li himber vê dilsozî û pişgiriya siyasetmedar û parlementerên Swêdî Serokê Hikumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nameyekê de sipasiyên xwe arasteyî wan siyasetmedar û parlamentaran kir û hêvî kiriye ku, li ser piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê berdewam bin.Beçek nameya xwe de Serokê Hikumeta H Kurdistanê ragehandiye ku, piştgiriya we di demekê de ye Hêzên Pêşmerge bo parastina aramîya Kurdistan li dijî DAIŞê şer dikin û piştgiriya we cihê pêzanîna vê yekê ye.Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, bi hevkariya rewta demokratîxwaza li Swêd, Ewropa û hemû cîhanê her diçe em ji xewna serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibin.
Pêş
28/10/2026
Heyder Şeşo: Tekane çareserî Peymana Şingalê ye
28/10/2026
Hilbijartinê li Israîl Netanyahu ji navnebir..!
Têkildar
Balkêş e ?
Close


