Civak

şervanên Êzidî bi fermî tevlî pêşmerge bûn

Li gora nûçeyeke Trora Medya Rudawê, Hêza Parastina Êzidxan a di bin fermandariya Heyder Şeşo de bi fermî tevlî Wezareta Pêşmerge bû. Di qonaxa yekemîn de ji 4 hezar û 780 pêşmergeyan navê hezar kesan di lîsteya Wezareta Pêşmerge hatiye nivîsandin.Di destpêka êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê de Endamê Civata Navendê ya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Heyder Şeşo bi tevê hêzek şervanan li nêzîkî Mezargeha Şêx Şerfedîn a li Çiyayê Şingalê dest bi berevniyê kir. Lewma di demekê kurd de hejmareke zêde yê kurdên êzidî li dora wî civiyan.Paşî Heyder Şeşo hêza xwe di bin navê Hêza Parastina Êzidxanê de birêxist. Heyder Şeşo ji ber alîkariyan ji Bexdayê werdigre, ji aliyê Asayîşa Herêma Kurdistanê ve çend rojan hate binçavkirin.Bi taybet piştî vê bûyerê li ser bifermîkirina vê hêzê tê axaftin. Lê berpirsên Wezareta Pêşmerge pêşiya wê soz dabûne Şeşo, ku eger pêwendiyên xwe yên ligel Bexdayê qut bike dê hêza wî bi fermî be û bikeve ser Wezareta Pêşmerge.Piştî salekê roja 12/03/2017 Wezareta Pêşmerge soza xwe pêkanî û biryar da hezar çekdarên vê hêzê beşdarî nav Hêzên Pêşmerge bibe.Li gorî amaran hejmara Hêza Parastina Êzidxan 4 hezar û 780 şervan in. Ji ber vê yekê, wergirtina tenê hezar kesan bû cihê rexneyê.Xidir Xalidê 34 salî yek ji wan şervanan e ku navê wî di lîsteya hezar kesî de nebûye, ji Rûdawê re got; “Hê ji destpêka êrîşên DAIŞê ve ez di nav Hêza Parastina Êzidxanê de me. Bi çeka xwe şer dikim. Lê jiber ez ne kesekî nêzîkî Heyder Şeşo bûm, navê min nehate nivîsandin.”Beriya niha dihate gotin, ku ev hêz serbi heşda Şeibî ye. Ji ber Heyder Şeşo Endamê Civata Navendî ya YNKê bû, dihate gotin, ku ev hêz nêzîkî YNKê ye.Lê Heyder Şeşo van gotegotan red dike û dibêje; “Beriya êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê ez Endamê Civata Navendî ya YNKê bûm. Lê piştre weke kurdekî êzidî min berevanî kir. Ew kesên hatine derdora min kombûne jî ji bo parastina Şingalê û Êzidxanê hatine, ne ku ji bo endamtiya min a YNKê, yan aliyekê din.Li gorî gotina Şeşo, Hêza Parastina Êzidxan bi merc beşdarî nav Wezareta Pêşmerge bûye ew jî ev e ku dê Hêza Parastina Êzidxan bi nav û ala xwe di nav wezaretê de bimîne.Heyder Şeşo di vê mijarê de got; “Çawa ku berî min bêyî alîgirî berevanî kiribe, her wisa jî dimînim. Nav, ala û logoya me ya taybetî dê bimîne. Emê di nav Wezareta Pêşmerge de hêzekî bê alî bin.”Derbarê wan şervanên din ên navên wan di lîsteya Wezareta Pêşmerge de nehatiye nivîsandin Heyder Şeşo diyar kir; “Hejmara hêza me 4 hezar û 780 kes in. Niha navê hezar kesan hatiye tomarkirin. Eve w kes in, ku hê ji destpêkê ve ligel me bûne. Ev yekemîn qonaxa bifermîkirina hêza me ye. Di hefteyên pêş me de jî ewên din jî dê bibin fermî. Ez nahêlim ked û xwîdana ti şervanekî êzidî vala here.”Heyder Şeşo herwiha got; “Ji vir şûnde dê ev hêz ser bi Wezareta Pêşmerge be. Ji Şingalê heta Xaneqînê, li ku derê erk bidin me, ferman bidin me em amadene berevaniya xaka Kurdistanê bikin.”

Back to top button