
Rojnameya Wall Street Journalê raporek weşand û tê de wiha got: “Rêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwazên xwe yên li ser serokatiya nû ya Sûriyeyê tundtir kiriye. Waşîngton ji Şamê dixwaze ku, di berdêla kêmkirina sizayan de tundrewan bişkîne û komên Filistînî ji welêt derxîne. .”
Rojnameyê di rapora xwe de wiha got: “Rêvebiriya Trump gef xwariye ku dê helwêsteke tund li hember hikûmeta nû ya Sûriyê werbigire, eger daxwazên nû cîbicî neke hindek cezayan ku heyîn nayên rakirin.”
Rojnameyê bal kişand ser vê yekê ku: “Li gorî rayedarên Amerîkî, Qesra Spî di hefteyên dawî de,bang li hikûmeta Sûriyê kiriye ku gavan bavêje û ewlekirina stokên çekên kîmyayî yên wî welatî bê çareserkirin. Wan destnîşan kir ku di berdêla vê yekê de dê Amerîka danîna hinek cezayên di dema Biden de hatîn danîn binirxîne da ku rake.”