Rêya Trinê heta Sêrtê dirêj dibe!

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu mizgînî da ku ew ê xeta trênê heta Sêrtê dirêj bikin.
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu di merasîma vekirina rêya Sêrt-Kurtalan û rêya girêdana Balafirgeha Sêrtê de axivî û diyar kir ku wan projeya rêya hesin jî xistine bernameya veberhênanê.
Wezîr Uraoglû got, “Niha ez nûçeyên pir girîng didim we. Me bi erêkirina Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan projeya rêya trênê ya nû ya Sêrt-Kurtalan xiste bernameya veberhênana 2025an. Em îhaleya vê xeta 34 kîlometre dirêj di 28ê gulanê da li dar dixin.”
Wek tê zanîn rêya Trênê ji berê pêde heta navçeya Sêrtê Mirsircinê tê , eve zêdeyî 50 saliya behsa dirêjkirina vê rêya hesinî heta Sêrtê tê kirin. Lê tu cara pêknehat. Ka gelo dê vê carê çewebe? Dê carek din di gotinê de bimîne yan dê pêkweê? Heta çênebê ne kifşe…