Sêrt Kurdistan e, tu çiyî ?

Li bakurê Kurdistanê hukumeta Tirkiye dest danî ser 5 şeredariya û serokên şeredariya kirin binçav de. Tê zanîn ku ji berî niha jî hukumetê gelek şeredarên bakurê Kurdistanê yên HDPê girtin û ew ji kar dûrxistin. Di dewsa wan de qayum hatin tayîn kirin.

Ji berî her tiştekî kesek ku bi hilbijartina hatibe dive cardin bi hilbijartin here. Kesek vê helwesta hukumeta Tirkiye qebûl nake û her ev helwest têne şermezar kirin. Gelek cara behsa vê pirsê û HDPê hatiye kirin. Li himber van kiryarên hukumeta Tirkiye helwesta HDPê bi xwe ne helwestek Kurdistaniye. Ew her bi baweriyek îdeolojik kiryarên hukumetê şermezar dikin. HDP ne perspektifek netewî de van bûyeran dinirxînê û li gora wê dibe xwedî helwest.

HDP li himber tayinkirina qayuma hewara xwe dighine CHPê û dibêjin me di hilbijartina de pişgiriya we kir lê îro hun li me xwedî dernakevin.

Dema herî dawî 5 şeredar ji kar dûr xistin û qayum tayin kirin, hevseroka HDPê Pervîn Buldan daxûyaniyek da. Buldan di daxûyaniya xwe de dibêje:

“ Dema destdanîn ser şeredariya Sêrtê û hevserokên şeradariyê ji kar dûrxistin,deriyê mala hevseroka me Berivan Helen Işik hate şkênandin û ketine male de lêgerîn kirine.Ji berî niha jî dema hevserokên şeradariya hatîn binçavkirin deriyên malên wan hatibû şkênadin ,legerîn kirîbûn zilim li wan hatibû kirin. Duh li Sêrtê em bûn şahidê bûyerek ji wan.

Di cih de ala Tirkiye li ser avahiya şeredariyê bilind kirin û siruda netewî ya Tirkiye hatiye xwendin. Gelo Sêrtê di nava axa kî de ye? Sêrt di nava axa Tirkiye de ye. Mimkine kurd li Sêrtê dijîn , lê ew di nava erdnîgariya Tirkiye de ye.Bajarek yê Tirkiye ye. Hun neçûne  di nava axa welatek din we wê derê dagir nekiriye.Hun ala Tirkiye bilind dikin û siruda netewî dixwînin. Hun hewl didin peyama çi bidin kî? Ez dixwazim taybetî vê pirsê ji desthilatê bikim..“

Buldan Sêrtê beşek ji Kurdistanê nabîne, bê ku şermê ji xwe bike dibêje ku dibê li Sêrtê kurd bijîn lê Sêrt Tirkiye ye, yanî ne Kurdistane. Niha tê zanîn ku Buldan eslê xwe ereba Sêrtê ye. Li Sêrtê ereb û kurd dijîn. Lê helwesta Buldan rastiya wê û HDPê bi xwe ye. Gazinda ji helwesta hukumetê dikin û dibêjin, ji xwe ala Tirkiye li ser avahiya şeredariya Sêrtê hebû ji bo çi hun cardin bilind dikin. Yanî buldan ji desthilata Tirkiye re dibêje ew ji we behtir Tirkiyebûnê diparêzin, lê hun ji bo çi vê tînin sere me.

Buldan vekirî dixwaze bêje, Sêrtê ne bajarê Kurdaye û ne di nava axa Kurdistanê de ye. Gelek partiyên siyasî yên kurda di derbarê tayinkirina qayuman de daxûyanî belev kirin û ev helwesta hukumetê şermezarkirin. Ya rast jî ew bû ku kirin. Lê gerek ev helwesta Buldan jî bi tundî bê şermezar kirin. Heta ew kurdên welatparêz di nava HDPê de nabe li himber vê gotara Buldan bê deng bimînin. Em dizanin Buldan û partiya xwe ne Kurdistanine, Kurdistanê qebûl nakin, ew bi hemû awayî hewl didin kurda Tirkiye ve entegre bikin. Lê Tirk bi xwe HDPê wek partiyek ji xwe nabînin.

Li vê derê berpirsiyariyek mezin dikeve li ser mile parlementer û endamên HDPê yên welatparêz! bes xwe veşêrin , nebin dîlê berjewendiyên kesayetî. Hun îro li himber vê helwesta xirab bê deng bimînin, sibehî hun bidin ber qêra kesek dengê we nabihîse  û we dirust nabîne.

Herî dawêî bi pirsekî mirov bersiva Pervîn Buldan dide: Sêrt Kurdistan e ,tu çi yî?

Nûçe/analîz

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: