Polîtîk

Adsay: Me tu carî ji Kurdayetiya xwe fedî nekir

Nivîskar û wergervana Kurd Fahriye Adsay beşdariya bernameyekê televizyonê kir û behsa qonaxên jiyana xwe û karê xwe kir.

Fahriye Adsay behsa koçberiya xwe ya tirkiyê kir û got: Li sala 1975 an de li der dora Îzmîrê ew devera ku em lê diman qet Kurd tûnebûn û Kurdayetiya me jî Kurdayetiyek xwerû bû û em wekî xwe man û me ji xwe fedî nekir. Kêşeya ku Kurdên diçûn aliyê tirkiye, piraniya wan ji Kurdbûna xwe fedî dikirin û ew nirxên Kurdayetiyê û çanda wan li ber çavên wan bêqîmet bûye. Her wiha xwestine ji wê çandê xelas bibin. Lê ez dikarim vê jî bibêjim, ji zaroktiya xwe ve tê bîramin, me tu carî ji Kurdayetiya xwe fedî nekir.

https://www.facebook.com/kurmancirudaw/videos/286032049222966/

Back to top button