Nivîsar

Dinya mezin bû Kurdî qedexe bû

Ziman, gazîya ewil ya jîyanê ye. Peyva yekemîn ya hezîyê, tema şîrê dayîkê ye. Celadet Elî Bedirxan di hejmera yekem ya Hawarê de gotîye, “ziman, şertê heyînîyê ya pêşîn e.” Mixabin me, di derheqê ziman de gelek zehmet kişandîye, ‘şertê heyînîyê’ gelek zor bi dest xistîye. Bêguman li ser zorî û astengîyên ziman de gelek mînak hene, yek ji wan jî ji jîyana min e.

Waxtek dinya mezin bû, zehf mezin bû. Gund dûrê hev bûn mesela, navçe dûr bûn. Bajar û bajarok jixwe li me heram bûn. Me di vê dinya zehf mezin de, li Seregola İntabê, bin pêşa Çîyayê Qertewînê de carna tewrêz dileyîst, carna niftik. Carna diçûn ser çem, deketin gola mera, carna li delavên erebeyan, pey pala diketin, diçûn nava mêrg û zevîyan.

Zivistana em hey li pey ‘qotê şivana’ diketin, hey derdiketin nîçîra kewa. Hey ‘kose’ xwe çêdikirin, mal bi mal digerîyan, hey dengbéj dihatin, şevbihurkan saz dikirin. Havîna em li çola, devçema bûn, payîza li quba, kîlera, ber serê tendûra, bin dûyê sergîna de bûn. Em ji halê xwe xweş bûn, halê me jî ji me… Lê ev bextewarîya me, di hinkayîya payîzek de, waxtê destpêka dibistana bidawî bû.

Ji gundê me neh deh zarok kom kirin û berê me dan qaşo dibistanê. Di heya salên 80yan jî li gundên heremê de dibistan tune bûn. Tenê li bajar û bajarokan de hebûn. Dibistana ku me birin li Dutaxé bû. Dutax bajaroka Agirîyê ye ku gundê me girêdeyê wê ye.

Bi kurtasî navê dibistanê ‘YİBO’ bû. Tê wateya ‘Dibistana Heremê ya Leylî.’ Li wê dere bi qasî hezar, du hezar xwendevan hebûn. Tev jî wek me ji gundên dev û dora hatibûn. Em tev wek hev bûn; em gundî bûn, cahil bûn, bêzar û ziman bûn, serbarî ser, di nav me de kesek Tirkî nizanibû. Em Kurd bûn, lê Kurdî qedexe bû. Memosta her car me hişîyar dikirin, digotin “Tirkî xeberdin!” Lê me nizanibû. Di dersan de pirtûk didan me. Li ser rûpelan de wêneyên heywanan hebûn. Me di wan wêneyan de heywanên cûda cûda didîtin, tev jî wek yên gundê me bûn. Mesela kew, pişîk, kûçik, çêlek, mişk û her wekî din. Lê me nizanibû, ka çîye, çi meseleye, çawa behsa wan dikin, çawa didin nasîn?

Ji bîra min naçe. Di rûpelek de mişkek hebû, li ber parî penêr sekinîbû, lêdinhêrî. Gelek nivîs hebûn li ser rûpel, lê me nizanibû ka çîye, çi nîne, mişk çi dibêje, penêr penêrê kê ye û çima li ber mişk e?

MAMOSTEYÊ ME KURDÎ NIZANIBÛ ME JÎ TIRKÎ

Sibeyên zû de gazî dikirin, me radikirin. Nobedaran bi darên destê xwe ve li ranzayan dixistin. Divê me di nav nîv seetî de kincê xwe li xwe kira û li derva, li ber memosteyan hazir û amade bibûna. Wek qaîde û kirinin eskerîyê me hildidan îştimayê. Yek bi yek me dijibartin. Paşê berê me didan lojmanên memostayan. Me li ser navê qaşo ‘paqişîya derûdor’ zibilên li dora lojmanan paqiş dikir. Piştî qaşo paqişîyê, me dîsa di doran de rêz dikirin. Îcar dora qaşo sporê bû. Bi me hereketa didan kirin. Jê re digotin “hereketên kultur û fîzîk.” Me li ser westandina paqişîya derûdoran îcar wan hereketan dikir. Di sermeyan de, di rojên zivistanan de, ne paqişîya wan ne jî spora wan nedihate kişandin. Te digo em xwendevan nebûn, kole bûn. Jixwe me ji dersan jî tiştek hilnedida, em û memostayan nedigîhîştin hev, me ji hev fehm nedikir. Ji ber ku me Tirkî nizanibû wan jî Kurdî.

Xwerin jî baş nebû. Royê sê dana xwerin derdiket. Jixwe çay tune bû, heftê de carek derdiket. Ji bo ku em çay vexwin, di derbiharan de em derdiketin, me kereng û siping top dikir, dibir malên hin memostayan. Yek ji wan Şefîq Xoce bû, pir baş bû, xelqê Milazgirê bû, me zêdeyî dibir mala wî, xanima wî di çaynikên mezin de çay çêdikir dida me.

Di dibistan de kantîn tune bû, ji ber wê ku me danek birevanda em birçî diman. Di waxta nan xwerinê de me li derva dîsa rêz dikirin. Dor bi dor hildidan hundur. Gava em tev diketin hundur rêvebirê serkar dihat, qaşoka wê ji me re bêje “noşîcan be!” Belê, digot jî lê di heman demê de xeberdanê pir nexweş jî digot û li ser serê me dikire qîre qîr. Mesela digot “ziqqûm be, kureder be, ti mala bavê we de xwarinê wiha heye, xeber nedin, bila devê we tenê ji bo qotê we vebe” û her wiha li ser serê me dida lotika. Ev heqaret, hêrs û xeberên vî serkarî êdî bibû merasîmek ji bo me, em hînê wî hatibûn, ewî xeberdida me nedibîhîst.

ZIMANÊ MIN NAZIVIRE KU JÊ RE BÊJIM ‘DIBISTAN’

Lê rojek ku ez ne li wir bûm, êdî daye canê hevalan, heye ku wan gelek êşandibe, hevalan nan nexwarine û ji xwarinxanê derketine. Serkar li ser vî har bûye, yekcar cina ketîye û li derva hevalan kom kirîye xistîye rêzê. Dîsa daye xebera, dest bi heqareta kirîye. Êdî hevalan teyax nekirine, lê civîyane, heta dilê xwe rihet kirine kutane, dev, poz şikinastine, di nav xwîna sor de hîştine. Piştî kutanê tev li hev kom bûne, ber bi navçê dest bi meşê kirine. Wekî ku min li jor jî behs kir, memostayê me yê baş Şefîk Xoce, pey hevala ketîye û wan daye sekinandin. Li ser vê rûdanê çend heval ji dibistanê avîtin.

Ew der, zimanê min nazivire ku ez jê re bêjim “dibistan,” di bîranînên min de cîhek gelek xirab û neyînî hildide. Em tê de gelek aciz bibûn. Me dixwast em her birevin, herin gundê xwe, dîsa li pey kewa kevin, ‘qotê şivana’ bileyîzin. Êvara lingên xwe ji tendûra daxin, di bin stêrka de rûnên, bin tîrêja hîvê de ji Ahmedê Elîxan çîrokên bibihîzin, bi serpêhatîyên Mîrze Mihemed bihisin.

Gorî pîvanên pedagojik, di dibistana yekemin de xwendevanên ku digihîjin sinifa sêyemîn, divê êdî hînê xwendin û nivîsandinê hatibin. Lê em di sinifên sêsê, çar, hinek ji me di pêncan de ancax hînî Tirkî dibûn.

Piştî sala, em Tirkî jî hîn bûn, me xwendin jî da ser hev, em çûn zanîngehan jî. Lê hinek ji me, hema bêje gelek ji me îro nikarin bi Kurdî binivîsin û bixwînin.

Qet nebe yên ku ji ziman neketine jî hene. Jixwe wisa nebe ev nivîs jî nedibû.

Zerduşt Ozturk

Back to top button