SERPÊHATİYA SEİD’AN Lİ KURDİSTAN’Ê 1

Seîd Yûsif û Seîd Gebarî… 2 hunermendên mezin ên Kurd, ku berî niha çend heyvan çûn ser dilovaniyên xwe. Ji ber gelek taybetmendiyên wan a hevpar, min xwest ku herdu bi hev re binivîsînim. Him bi aliyê wan ê ku di hûner a Kurdî de kes nikare ti gotinek li ser wan a nebaş bikê, lê her wiha bi gotina wan polîtîk a ku em nikarin qebûl bikin… Di baweriya Zerdeştî de tiştê ”xweş” ku ji hela  Ahuramazda ve hatiye şandin dinyayê di nav de “nexweşiyek” jî heye; û her “tiştê” xirab ku ji hêla Ahrîman ve hatî şandin jî nav de “başiyek” heye. Ka em viya bêjin û van hunermendan qebûl bikin ku ewna bi aliyên xwe yên “baş” û “xirab” hatin û çûn… Lê ne em ji aliyên wan ên siyasî ve bêdeng dimînin û ne jî neheqiyê ji pêşxistina wan a di hunera Kurdî de dikin. Ka em bi gotina “Ya star!” dest bi nivîsa xwe bikin, mîna dayikên me yê bi desmal spî…

Seîd Yûsif

“Kurdistan pir şêrîne

Hemû merg û kanîne

Ew bihûşt a cîhane

Bihûşt jê pêva nîne.”

              Seîd Yûsif; Ew di sala 1947’an de li Qamişloka Rojava hat dinê. Wekî ku tê zanîn, ew dewra ku Fransa hê nû ji Sûrî û Rojava derketibû. Mîna hemû mirovên serdemên Kurd, Seîd Yûsif jî zaroktiyek zor û belengaz derbaskir. Di temenek biçûk de saza biziq’ê(tembûr) dît. Dibêjin ku ew yekem kes e ku  li dikanek li Yewnanîstanê biziq dibînê dikirê û dibê Rojava. Naskirina wî a bi Tembûr tê vê wateyê ku gelê Kurd jî wî naskir. 50 sal biziqê ji deste xwe nedeynî; lêxist, nivîsand û awaz kir. Helbestên gelek helbestvanên hêja yên Kurd berhev kir û ew bi xwe jî gelek nivîsand. Stranê wî ya ku herî navdar “Oy Felek”e, ez bawerim piranî kes vê stranê ji Ş. Hozan Serhad dizanê. Wekî din, stranên “Mala we li cem mala me ye”, “çawa tû herî” stranên wî ya herî navdare. Û strana “Kurdistan pir şêrîn e”, ku ew li ser çiyayên welatê xwe, êş û xeyala azadiyê vedibêje pir navdare. Di 26’ê Sibatê, 2020’an de, wî biziqa xwe û gotina xwe li dinê hişt û bi dilek şikestî li Stenbolê çû ser dilovaniya xwe…

Ji Min Re Dibêjin “Tu Mîrê Biziqêyî”!

Mîna gelek hunermend û dengbêjên Kurd, dile wî jî ji gelê xwe mayîbû. Wek Dengbêj Reso, ku ji ber birçîbûnê mir. Wek Dengbêj Şakiro, ku bi salan e li ser serhildanên Kurdan klam got û di dawiyê de li İzmîrê wefat kir û got “Ez ji Kurdan aciz xeyidî me”. Û gelek kesayetên din… Ez difikirim ku ev ne ji ber qedirnezaniya Kurdan e, lê belê ji ber “bê dewletiya Kurdan”e… Ka em vê mijarê ji nivîsekî din re bihêlin.

Çibû dilmayîna Seîd ê me? Di yek ji hevpeyivînên xwe yên dawîn berî mirina xwe, digot, ” deste min de arşîvek heye ku ji hezar berheman min berhev kiriye, bi giraniya 12 pirtûkaye. Ez nikarim ji ber tengasiya aborî çap bikim. Heyf, wê winda bibin. Ji min re dibêjin “tu mîrê biziqêyî”, ma gelo Mîrîtî ev e!” Her çend rêveberiya Başûrê Kurdistanê gotiye ku “em ê vê arşîvê çap bikin” jî, di dema ku ew sax bû de me nirxê pêwîst neda…

Digel vê yekê, tevî ku min li jor behs kiriye, her gava ku ez van çîrokên hunermendên me dixwînim û dibihîzim, dilê min giran dibê. Mînakî, ew yek ji wan deman e ku ez nikarim ji bîr bikim; Dema Seîd Yusif li Stenbolê mir, tewra pirsgirêk bû ku laşê wî bibine Qamişlo. Cenazeyê wî bi rojan li nexweşxaneyek li Stenbolê sekinî. Wê demê, ez çûm wir, min jî fena ku bi malbata wî re hevdîtin çêbikira, min xwest ku ji zaroktiya xwe bi rê bikim… Lê mixabin, qedexeyên desthilatan ji bo sax û miriyên Kurdan re ferq nedikir… Heya ku Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê deste xwe avêt mijarê. Di dawiyê de, cenazeye wî pêşî gihandin Hewlêrê, dûv re jî Qamîşlo, ber bi welatê xwe ve rêkirin. Her Kurdê welatparêz wateyek mezin dide gund, bajarok û welatê xwe. Seîd Yûsif jî li ser vê mijarê digot: “Ez Qamişloka xwe nadim bi hezar Mekkeyê”. Ligel hemû zahmetiyan, ev rastiya ku ew dawiyê de karibû bigihîje Qamişlo (dema ku em li gelek hunermendên Kurd ên ku ji bo welatê xwe bi salan hunermendî kirine binerin ku li dîasporayan hatine bin ax kirin) rewşek bû ku av dilê min rihet kir…

“Berî Ku Bimirim, Dixwazim Kurdistanek Serbixwe Bibînim”

Ev xewn û sedema jiyîna wî ya herî mezin bû. Bi kurtahî di hevpeyvînekê de got, “Ez dixwazim berî ku bimirim Kurdistanek serbixwe bibînim.” Li vir ez dixwazim çend peyvan ji hunermendê me yê mezin re bibêjim. Seîd Yusif a ku va gotara digot; di rejîma BAAS a Sûrî, li Tirkiyê û li welatên Ewropî jiyabû tevahiya emre xwe de. Dema ku şerê navxweyî yê Sûrî destpê kir, neçar ma ku dev ji welatê xwe berde, mîna gelekên din. Bê guman mirov nikarê li ser vê mijarê tiştek bibêje,  ji ber ku her kes nikare bûyerên şer rake. Lê piştî rizgarkirina Rojava a bi pêşengtiya Kurd’an û bi destê hemû gelan, piştî ku rêveberiya xwe saz kirin, ew venegera Qamişloya xwe ku nedida bi “hezar Mekkeyan”. Qiyma xwe bi gotina stranên biyanî û ji dûr ve anî. Ne pesnê qehremanên azadiyê da, ne jî vegeriya. Ev ne tenê meseleyek Seîd Yûsif e, di vê meseleyê de bi dehan-sedan hunermendên Kurd hene (ez difikirim ku ev mijara nivîsekîdiye). Li ser vê mijarê ez her dem Mihemed Şêxo (hemwelatî û nas a Seîd Yûsif a jî) ji xwere dikim nimûne. Ji bilî stranên evînî, ew stranên ku hişmendiya netewî xurttir dikir jî digot. Lewra gelek caran ji hela rejîma Sûrî ve hat girtin. Piştre fêm dike ku êdî nikare li Rojava bimîne û derbasî Başûr dibe, pêşmergetiyê dike. Piştî demekê ji ber kêmbûna dîtinê, nikare pêşmergetî bike, diçê Rojhilat û dawîyê vedigerê Rojava. Tê girtin, tenduristiya wî ya li girtîgehê giran dibe, ji ber vê yekê tê berdan, û çend roj şûnda li Qamişlo diçê ser dilovaniya xwe. Raste; Mihemed Şêxo jî neçar ma û ji bajara ku ji dayîk bûye derkeve weke Seîd Yusif. Lê ew tu car ji welatê xwe derneket, di navbera her çar parçeyan geriya. Dema ku mînakek wek Mihemed Şêxo heye, ez difikirim ku pêdivî ye ku meriv dema bîranîna Seîd Yûsif di vê derbarê de ravedike, vê mijarê jî lê zêde bike…

Sibe jî emê behsa Seîd Gebarî bikin…

Serhat DEMİRTAŞ

Nerîna min :