Cotkarên Ereb dirûnê dikin û cotkarên Kurd agir ditemirînin

Piştî xiyaneta 16ê cotmehê ya 2017 û vekişana Pêşmerge ji navçeyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê, li vê demsala dirûtina genim û ce û berhemên salê ya cotkarên Kurd tê şewitandin û berpirsekê bilinda PDK jî dibêje: Cotkarên Ereb berhemê xwe didirûn û berhemê cotkarên Kurd jî tê şewitandin.

Ekber Heyder Cîgirê Berpirsê Leqa 15 ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Xaneqînê rageyand: ”Şewitandina berhemê genim û ceyê cotkarên Kurd li Xaneqîn û dewrubera wê, tê gûman kirin ku ji aliyê terorîstên Da’îş û ew Erebên ku piştî 16 ê cotmehê deverê bi cîhbûbûn ve hatibe kirin.

Ekber Heyder got: ”Di demek de berhema genimê salekê cotkarên Kurd tê şewitandin, cotkarên Ereb jî gelek bi azadî dirûna berhemên genim û ceyê xwe dikin. Gelo xêre berhemê cotkarên Ereban nayê şewitandin.

Nerîna min :