Polîtîk

Vekişîna Amerîka ji Iraqê bûye derfetek ji bo Da’îş

Li du mehên derbasbûyî de terorîstên Da’îş 64 êrîş kirine ser hêzên Iraqî yên li navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê, zêdebuna tevgera terorîstên Da’îş wiha kiriye ku Iraq li wan navçeyan bîra pêkanîna hemahengiyê bike. Hikumeta Herêma Kurdistanê jî amadeyê hemahengiye, lê belê bi merca wê yekê Pêşmerge ji wan navçeyan bê bi cîhkirin.

Li wan navçeyan bi sedan km valahiya emnî li navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqiyan de heye û çekdarên Da’îş bi dilê xwe tevdigerin û çalakiyên xwe encam didin. Parlementerekê Kurd li Encûmena Nûnerên Iraqê tekez dike ku Da’îş li wan navçeyan bûye metirsiyekê mezin, ji bo wê yekê erkê Hikumeta Iraqe wê berpirsiyariyê bigre û wê kêşeyê çareser bike, pêwîste hemahengî li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê biki.

Çalakiyên Da’îş li navçeyên Kurdistaniyan bi cûreyek zêde kiriye ku hêzên Iraqiyan nikarin xwe ber bi êrîşê bigrin. Li vî derbarî de Se’îd Zubeydî, şarezayê warê emnî yê Iraqê dibêje: “Piştî vekişana hêzên Amerîka tevgera Da’îş zêde kiriye, ji ber ku dizanin asmanê navçeyê firoke nemaye. Li heman demê de jî eve peyameke ku Amerîka wiha kiriye Iraq pêwîstiyê pê hebê”.

Back to top button