Cîhan

Putîn: Me çekekê serbazî çêkiriye ku li cîhanê da wekî wê tûne

Îro li hevpeyvîneke li gel televizyona Rûsya One, Vladimir Putin Serok Komarê Rûsyayê sedema pêşveçûnên pîşesaziya serbazî û çekên welatê xwe, eşkere kir da zanîn ku ew ji ber pêşketina zanist û teknelojiya welatê xwe di vî warî de pêşketine û spasî zanayên welatê xwe kir.

Vladimir Putin got: “Spasiya endazyar û zanayên me dikim, me çekên wiha çêkirine ku li cîhanê da wekî wan nîne. Eve rastiyekê eşkereye ku sedema wê pêşketina li pîşesaziya serbazî de heye ewe ku pêşketina zanista welatê meye. Eger pêşketina me ya zanistî nebûya me nedikarî çekên bi vî awayî berhem bînîn”.

Serok Komarê Rusyayê li destpêka îsal da, sozê da ku welatê wan li dawiya îsal da pêşketineke ber bi çav li rûyê teknelojiya serbazî de pêktîne û teknelojiya mûşekên wan yên bi lez, wê cîhanê de deng bide.

Back to top button