Cîhan

Sersaxî

Xemgîniya desteya

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM

Akademiya Kurdî li Stockholmê ji malbata Prof. Dr. sosyalantropolog Thomas Hylland Eriksen re sersaxî xwest. Ew 6ê sibata 1962an li Osloya Norvecê hatiye dinyayê û 27ê çiriya paşîn ya sala 2024ê koça dawîn kir û çû ser dilovaniya xwe. Bihîstina nûçeya koçkirina dawîn ya Thomas Hylland Eriksen, em pir xemgîn in. Ew yek ji dostên kurdan ê girîngtirîn bû û wî gelek nivîs di derbara rewşa kurdan de nivîsî. Tê zanîn ku ew piştevanê gelê kurd û hemû gelên bindest ên cîhanê bû. Di dema kariyera xwe de wî bi jêhatî û bi hizreka mirovahiyê di derbara kurdan de nivîsî û roleka mirovane leyist.

Em pir xemgîn in. Ew wekî hevwelatiyê cîhanê bû. Me bi dilekî pir xem û kovan bihîst ku akademisyen Thomas Hylland Eriksen koça dawiyê kiriye û çûye ser dilovaniya xwe. Prof. Dr. Thomas Hylland Eriksen di kampanyaya Akademiya Kurdî li Stockholmê ya ji bo aşitıyê de çalak bû û dostekî kurdan ê girîngtirîn bû. Têkiliyên serokê Akademiya Kurdî li Stockholmê Maruf Yilmaz û wî hebûn. Di navbera salên1990î û 1991ê de Thomas Hylland Eriksen li Enstîtuya Lêkolênên Aştiyê ya Osloyê lêkolîner bû û xwedî kapasîteya diyalogê bû. Di sala 1991ê de wî wekheviya Profesoriya Assocîatedê li beşa Zanıngeha Osloyê ku xwendına xwe ya doktorayê lê qedandibû, qebûl kir. Wî ser antropolojî, nasname, pluralîzma çandî neteweperestî, kêmnetewe (etnicîtet), globalbûn, teroroîzma çandî, postkolonyalîzm û di sala 2002an de di derbarê rewşa kurdan de jî nivîsî.

Em gelek tişt dikarin ji lêkolînên Prof. Dr. Thomas Hylland Eriksen fêr bibin da ku em ber bi nasnameya xwe ya mirovahiyê ve biherikin. Pirsa kurd bi çekan çareser nabe. Pirsa kurd bi kapasîteya hunera dialogê dikare çareser bıbe. Kapasîyateya rewşenbîrî ya ku herî zêde mîrateya çandî ya mirovî çêdike çi ye? Ji bo piraniya akademisyenan, kapasîteya rewşenbîrî ew e ku mirov bi dîsîplîn bifikire, fêr bibe, plansaz bike û karê xwe baştir bike.

Em bi navê Akademiya Kurdî sebrê ji malbata wî, hezkirên wî, akademisyên hevalên wî û tevahîya gelê Norvecê re dixwazin. Akademîya Kurdî xwe hevpara xemên wan dibîne. Giyana wî şad be û cihê wî bihuşt be.

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM
Serokê Akademîya Kurdî
Dr. Maruf YILMAZ

27-11-2024

Back to top button