FlaşPolîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyozê Amerîka kir

Li Hewlêra paytext, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Elena Romanowski Balyoza Amerîkayê li Iraqê kir ku bi helkefta bi dawîhatina erkê wê û ji bo xatirxwastinê ev serdana kir bû.

Di hevdîtinekê da Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya kar û hewlên xatûn Romanowski ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera welatê xwe û Iraq û Herêma Kurdistanê da kir û hêviya serkeftinê li erkê wê yê paşerojê ra xwest. Ji aliyê xwe ve xatûn Romanowski spasiya hevkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê ku, di erkê xwe da serkeftî be, kir.

Danûstandinên aliyên serkeftî di hilbijatina Parlementoya Kurdistanê da ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa Iraqê, peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra û pêşhatên Rojhilata Navîn di civînê da ku, Konsulusê giştî yê Amerîkayê têda amade bû, hatin gotûbêj kirin.

Back to top button