Sersalên Kurdan çawan dihatin piroz kirin?

Dema ku mirov dibêje serê salê di çanda Kurdan de lîstikên zarokan tê hişê mirov. Di çanda Kurdan de şeva sersalê bi cûdatî dihat pîrozkirin. Zarokên gund û cîranan kom dibûn û her kesî xwe dikir rengekê û derî bi derî digerîyan û ji xwe re alav top dikirin. Carnan jî ciwanan xwe dikirin wê şiklê. Ji wana re dihat gotin ‘’kose’’an’’kirdik ‘’. Ew roj çiqas xweş û bêhempa bû. Roj roja zarokan, şev şeva lîstik û stranan bû. Berîya her tiştî zarokên cîranan bi hevdû re bi parvekirinê û bi biratîye tevdigerîyan.

Şeva sersalê di Kurdan de bûbû çandekê. Zarokên her malê turîkê xwe diavêtin ser milê xwe wekî ku biçin şahîyê xwe amade dikirin. Ji zarokan yekî xwe dikir zava, yeke xwe dikir bûk, yekî xwe dikir mirovên asteng, yekî jî xwe dikir dîn, û hwd. Her yek ji yê din cûda bûn. Îcar zarokên kûrik xwe carna dikirin keçik û şarpeyek diavêtin ser serê xwe, fîstanên keçikan li xwe dikirin,carna jî keçikan xwe dikirin lawik… Demên berê derfet wekî vê demê tune bûn .Ji ber vêya jî zarok xwe bi tenîyên argûnan boyax dikirin. Ji mû an ji pembû rih û simbêl çêdikirin û li xwe dizelîqandin. Hew çavê wan xwûya dikir.Xwe reş dikirin. Xwe wekî pîrabokan dikirin. Meriv him ditirsîya him kêfa mirov pê dihat..….. Şeva sersalê dibû daweta bûk û zava… Ji zarokan yekî tenekek digirt destê xwe û lê dida , yekî din jî bi dengê xwe wekî bilur lêxista deng derdixist. Şiveke dirêj digirtin û wê jî dikirin wek hespekî û jê siwar dibûn. Bi vî awayî dihatin ber derîyan. Mal bi mal,derî bi derî digerîyan û şeva sersalê ya millet pîroz dikirin.

Zarok xwe dikirin wekî şanogeran. Mirov dikare bibêje di Kurdan de bi rastî şanogerî ji zaroktîyê de dest pê dike. Dema kû zarokan derî bi derî digerîyan,stran digotin û lîstika xwe dikirin li hemberê we ji xwedîye malê tiştan dixwastin. Heya tiştek negirtana ji ber wê malê venediqetîyan.Çi dibû bila bibe pêwîst bû ku bistînin.

Li gundan an li bajarên biçuk piranî; qakil,mewîj, bastix, kesme,gûz,qelî..hwd. didan zarokan. Malên feqîr an ne dewlemend jî ;nan,genim,ceh,ard,savar…hwd. didan zarokan. Zarok jî vana dixwarin carna jî dibirin didan çerçîyan ji xwe re şekir mekir an benîşt menîşt dikirîyan. Dema kû dihatin ber derîyan teneke lê didan û van stranên hanê distrandin;((Li her heremê diguhere))

Serê salê,
Binê salê,
Mal xwedîyê malê,
Xwedê kurekî bide mezinê malê….

Digotin û dest bi govendê dikirin. Heya xwedîyê malê ji wan re tiştek bîne wisa berdewam dikirin. Mixabin carna ji wekî dilê wan nedibû, nikarî bûn tiştek bi dest bixin. Îcar kilamên xwe diguherandin û gazinên xwe dikirin û digotin;

Serê salê,
Binê salê,
Mal xwedîyê malê,
Pîrê malê qurbana,
Xortê we malê……

Bi vê şiklê şeva sersalê jî di çanda Kurdan de cîh digirt.Him jî cihek giring digre…..

Sevda Kaplan / Nûçexane

Nerîna min :