Kultur

Em Arî ne …

Em Guhderz in serbilind in devçirên in
[weke Ristim bidin deng
Doza xwe em her dixwazin welatê xwe de
[ em bigrin her bi ceng
Xwîna xwe em dé birjînin bi dilxweşî ji bo
[ kurd û Kurdistan
Bi serbestî weke Birho weke Seydo ka
[ Ferzende ka Ihsan
Heya sax in ji bîr nakin ji bîr nakin roja
[ cenga Şêx Seîd
Ka ew mîr û ka ew axa ka ew paşa ka
[ gernas û ka egîd
Top û tifing tev diteqin em narevin singa
[ xwe em didin ber
Dijmin revî ji pas ve çû de bidne dû weke
[mêran bidne ser
Gelê xortan jêhatî bin xwe rapêçin di
[ rextan da weke fîl
Da em herin cenga dijmin kumandaran
[weke mêran bikin dîl
Saz û awaz tev da lêxin bidne pê hev
[kewt û leşker lip ù kom
Da em bigrin Şehrezor û Kermanşah û
[ Elcizîr û Hezarom
Xwendegahan em jî çêkin da bixwîninin
[ herçî kurd in hûr û gir
Da em çêkin tomatik û mitrlyoz û top û
[tifing balafir
Di cengê da li meydanê em ji rabin weke
[ Ristem pehlewan
Arîkarê me bî dîsa şahê Ecem pismamê me
[ Riza Xan
Em arî ne îranî ne lawên Ristem lawên
[ Guhderz serbilind
Ma yen kê ne ev keleh û ev sera û birc û
[ eywan  şehr  û gund
Em tev kurd in serpola ne gurçik hesin;
[ lê ern ci bikin dilbirîn
Çerxa felek çep geraye ax û eman îro
[bûne Cegerxwîn

 CEGERXWÎN / Hawar r.711

Back to top button