Civak

Berfa Bilîsê ji 3 metroyan borand!

Gel ji ber berfê nikare derkeve derve. Ji ber vê, ev çend rojin karê esnafan jî nabe. Ji ber berfê, rê, ji çûn û hatinê re, hatin girtin. hemû wesaît, li ber deriyan asê man. Ji ber berfê, li Bedlîsê jiyan hate asta rawestinê. Welatî, bi bêran berfa li ber deriyê xwe paqij dike.

Li gor îmkan û derfetên xwe, hewl didin ku, kolanan ji çûn û hatinê re vekin. Berf ewqas barî ku bandorek neyînî da ser aboriya bajêr jî. Esnaf gilîdarin ku, ev çend rojin, hîn sîfteh nekirine. Him welatî  him jî esnaf dixwazin ku, di demek zutirîn de, rêyên nav bajêr ji çûn hatinê re bên vekirin.

Back to top button