Nivîsar

Serpêhatiya Şengalê û encama wê

 

Ji serê meha hezîrana îsal ve ye ku êrîşên hovane diçin ser herêma Şegalê. Ev êrîş ji ber sê sedeman çêdibin:

– Ji ber ku Şengal digel deşt û çiyayê xwe, di Rojhilata Navîn de stratejîk in û pir jî girîng in. Çi hêza ku Şengal di destan de be, ew bandora xwe li ser Rojhilata Navîn dide domandin.

– Ji ber ku Deşta Şengalê bi ber e û xwedanê adaneke wisan dewlemend e ku hemû texlît zebze û meyweyên heyî li wirê çêdibin. 

Li Bakûrê Kurdistanê Deşta Îdirê jî eynî weke vê deştê bi hatinî ye. 

Ev herdu deşt heyînên pîroz in ku Xwedayê mezin ew ji bo Neteweyê Kurd bexşandine.

– Sedemê herî girîng ev e ku niştecihên Şengalê Kurdên Ezdayî ne. Li gor baweriya Erebên nijadperest, divê kesên nebisilman li nêzê wan, an di nêv axa wan de nemînin an jî bibin bisilman.  

Îcar piştî ku Yekîtiya Sovyetan hilweşiya (1991), nijadperestiya Erebî xwe amade kiriye ku di şûna wê de cihê xwe li dinyayê werbigire, lê belê dinyayê destûr neda. Îcar Ereban serweta xwe ya herî mezin ku ”îslam” e bi kar anî û bi navê ”dîn” û bi rengên cuda dest bi şerê ji bo berzebalatiya xwe kirine. Bi vê yekê, wan alîkarî ji hemû miletên bisilman wergirtiye.

Çewa ku parastineke emerîkî di raporeka xwe de diyar kiriye: ”Çekdarên DAÎŞê ji 80 welatan pêkhatine û Hêjmara şervanên wê niha li dora 30.000 kesî ye.”

Tê gotin ku 2.000 şervanên Ewrûpî jî di nava DAÎŞê de hene. Ev jî ew kes in ku ji welatên bisilman çûne li Ewrûpayê bi cih bûne û li wirê bûne hemwelatî. Wek mînak, ewê ingilîzî ku serê rojnamevanê Emerîkî jê kir, ji Pakistanê bûye.

Sedemê ku li Şengalê Kurdên Êzîdî xisareteke mezin ji çekdarên DAÎŞê dîtin û gelek zilamên wan hatin kuştin û jimareke mezin keç û jinên wan weke kiryarên 1400 sal berê bi rengê ”cariye” hatin desteserkirin û piştre wan li mazatên cuda derxistin firotanê, tev ”şîret”ên eşîrên Erebên Sune yên li herêmê bûne. 

Berî ku terorîstên DAÎŞê bavêjin ser Şengalê, rispiyên Erebên Sune çûne ba Kurdên Êzîdî û weha gotine wan:

”Hûn ji cihê xwe dernekevin û bi çu deverê ve jî merin. Jixwe eslê we Ereb e û we di hilbijartinan de jî hertim dengê xwe daye Ereban û we dengê xwe nedaye Kurdan. Şervanên Dewleta Îslamê têkilê we banin…”

Îcar Kurdên Êzîdî baweriya xwe bi van gotinên Ereban anîne û biste li mala xwe raketine. Lê dema terora DAÎŞê dest bi qetlîama wan kir, keç û jinên wan ji xwe re birin, hêj nû veciniqîn û fêm kirin ku hatine xapandin.

Di van rojan de dixuyê ku terora DAÎŞê hinekî sisit bûye. Gelo wê xetera li ser Kurdên Êzîdî jî bi dawî bibe? Ev hêj ne diyar e. 

Di rastiyê de, xetera li ser Kurdên Êzîdî, ya li ser Kurdên Elewî, ya li ser Kurdên Mesîhî û Kurdên Cuhû, çu car bi dawî nabe. 

Çendî ku Kurdên Cihû ev e li dira 60 salî ye karesat bi ser wan ve nehatine, ji ber ku Dewleta Îsraîlê wan diparêze. Lê çi dema ku ew neyên parastin, wê ji Şengalê xirabtir were serê wan.

Piraniya Kurdên Êzîdî jî, heta niha xwe ”Ereb” û alîgirên Ereban didane xuyakirin. Perû xelata wan jî ev bû ku DAÎŞê anî serê wan. 

Kurdên Elewî jî hertim karesat têne serê wan, ji ber ku ew jî li Tirkiyê hem xwe Kemalîs û hem jî xwe Tirk dihesibînin. 

Di dawiya salên 1950î de rind tê bîra min ku dijatiyeke pir mezin li pêşber Kurdên Dêrsimê dihate kirin…

Kurdên Şîa jî, çendî ku ji aliyê Îranê ve wisa bi awayekî eşkere nayên qetlîamkirin, lê belê xetera desthelatiya dewletên Sunî hertim li ser wan heye. 

Di radeya yekemîn de çare ev e ku Kurdên Êzîdî, yên Fileh, Cihû, Elewî û Şîa, xwe bi nijada xwe bidin nasandin. Hingê dema karesateke wek ya Şingaklê dema bi ser wan ve bêt, Kurdên dî bi bêgavî herweha wê gelek miletên dinyaya medenî jî xwedîtî li wan bikin. Yanena, wê gelek karesatên dî di pêşerojê de werin serê wan. 

Hikûmeta Îraqê ya Malikî, bi awayekî zanîn û bi rizamendî bajarê Kerkûk, Mûsil, herêma Şengalê, deşta Nînova, Tele’fer, Zûmmar  û çend bajarên dî yên Erebên Sune sipartine DAÎŞan. Lê belê ev herêmên Erebên Sune û Şengala Kurdnişîn digel çend herêmên dî yên li nêzê çiyayên Hemrînê, wê ji binê desthelatiya teroristên DAÎŞê derkevin. Piştî derketinê, wê hin riyên siyayî yên zelatir jî bo Kurdan bêtin xuyakirin. Wê demê ew birînên heyî dê bi awayekî hêsantir bêtin kewandin. 

Alema dinyayê tev dizane ku aramiya jiyana Mesîhî, Misilmanên Şîa û Elewî, ya Turkmen, Ermen, Sabî û hemû hindikahiyên heyî ku hene, girêdayê bi hebûna desthelatiya Kurdan ve girêdayî ne. Ji ber ku Neteweyê Kurd hertim fedakar e ku aramiyê bide domandin. 

Bi hêviya serketina Neteweyê Kurd di nêv jiyaneke aram û êmin de, her şad û bextewer bin…

Stembol 13/09/ 2014 

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

Back to top button