Polîtîk

Rewşa penaber û koçberan gotûbêj kirin

Li bajarê Hewlêr, îro, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Velêrî Amos cîgira sekreterê girştiyê Neteweyên Yekgiertî û koordînatora ofîsa karûbarên koç û koçberan kir û rewşa penaber û koçberan li herêma Kurdistanê nirxand.

Koordînatora ofîsa karûbarên koç û koçberan a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve ku, di serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê de serdana kampên penaber û koçberan yê li wîlayeta Duhokê kiribû, di civîna digel serokwezîrê Kurdistanê de têbîniyên xwe li ser rewşa koçberan û daxwazî û pirsên wan berçav kirin û di vê çarçoveyê de bi navê Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî sipasiya hikûmeta Kurdistanê  kir. Wê got ku, tevî hijmara zêdeya koçber û penaberan li herêma Kurdistanê, hikûmeta Kurdistanê bi awayekî baş  rola xwe lîstiye û li gor wan îmkanên tixûbdar pêşwazî li koçberan kiriye û hewandine.

Şandeya Neteweyên Yekgirtî çend pirsgirêkên kampên koçberan yên di warê perwerde, saxlemî û jiyanê de berçav kirin û metirsiya xwe li hember zêdebûna hijmara penaber û koçberan bo herêma Kurdistanê diyar kir.  Wê daxwaz ji civaka navdewletî, welatên komekbexiş û hikûmeta Bexdayê kir ku, hevkarî û alîkariyên zêdetir pêşkeşî hikûmeta Kurdistanê bikin daku bikaribe bi awayekî baştir xizmeta penaber û koçberan bike.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku, hikûmeta Kurdistanê her ji destpêkê deriyên xwe ji bo hatina penaber û koçberan vekirin û tevî îmkanên kêm yên hikûmeta Kurdistanê, hemû hevkarî û alîkariyên pêwîst pêşkeşî wan kirine. Serokwezîr ew yek jî got ku, pêdawîstiyên wê hijmara zêdeya penaber û koçberan li derveyî îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê ne bi taybetî di rewşke wisa de ev ji destpêka îsal ve hikûmeta Îraqê budceya herêma Kurdistanê nehinartiye.

Barzanî got ku, herêma Kurdistanê di nav kirîzeke êkonomîya dijwar de ye, ji ber hindê pêwîste Neteweyên Yekgirtî, civaka navdewletî û hikûmeta Îraqê berpirsiyariyên li ser in cîbicî bikin.

Back to top button