Polîtîk

Hewldanê biryar da ku bibe partî

Daxuyaniya HPK

Em  mizgîniya  biryara  partîbûnê  didin  gele  xwe

Meclîsa Hewldana Partiyeke Kurdistanî (HPK) di 7 û 8ê îlona 2014an de li Amedê civiya

Civîna Meclîsa HPKyê  di pêvajoyeke weha de pêk hat ku rûdanên gelekî girîng li her çar perçeyên welatê me diqewimin. HPKyê  biryara  xwe  da ku  xebatên  ji du salan û vir de ye jibo  partiyeke  Kurdistanî  tê meşandin, êdî  bigihîne avakirina  partiyeke Kurdistanî ya girseyî, meşrû  û aşkere. 

Pirsa Kurd û Kurdistanê bi taybetî jî di vî sedsalê paşîn de, di nava gerînekekê de hatibû hefs kirin. Berjewendîyên dewletên serdest û şerdên subjektîf û  objektif yên cîhanê û herêmê mixabin qedera miletê me di nava bêçareseriyê de fetisandibû. Piştî ku ew sîstema  li ser esasê  ‘’şerê sar’’ hatiye avakirin rûxa, ‘’qedera miletê’’ me jî hate guhertin. Îro  kî çend plan û senaryoyên xerab û dijminane  çêdike jî,  ev xerabîyên wan êdî  li wan vedigere. Êdî dinya ne dinya berê ye, Kurd ne Kurdên berê ne.Û em bawer dikin ku êdî dinya dê demekê ‘’jibo Kurdan  bigere’’. Bi vê bawerî û pêşbîniyê em bi hêvî  li vê pêvajoya  ku  em tê de dijîn û  li pêşeroja miletê xwe û welatê xwe dinerin.

HPK bi armanca  hûnandina   yekgirtina  potansiyeleke herî  berfireh ya di bin sîwana partiyeke Kurdistanî de bi rê ketibû û îro jî her bi vê perspektîfê xebata xwe didomîne.

Rewş û rûdanên ku  li bakur, başûr û rojavayê  welatê me pêk hatine, careke din rol û tesîra  bakurê Kurdistanê ya ku li ser temama  Kurdistanê , bi awayekî zelal li ber  çavan  raxistiye. Vê rastiyê,  pêwistî û zarûriyeta partiyeke Kurdistanî  ya xurt û girseyî  careke din aniye holê.

Pêwistî bi partiyeke Kurdistanî  ya bi hêz û  girseyî  heye. Pêwîstî  bi  partiyeke ku li Kurdistanê mafê  bi dewleta xwe ya azad xwe îdarekirina miletê  kurd biparêze heye.Pêwistî, bi partiyeke ku armanca wê avakirina  dewleteke (li gorî şerdan dikare federal, konfederal an jî serbixwe be)  ku miletê  kurd û hemû kêmneteweyên li Kurdistanê  dijîn pêkve  xwediyê wê bin heye. Pêwistî  bi  partiyeke  ku hevdemiyê,azadiyê , edaletê, wekhevîyê, demokrasiyeke li ser bingehê pirrengîyê  di nava xwe de, di  nava civatê de, di qada dewlet û miletên cîhanê de biparêze û pêkbîne heye. Pêwistî  bi  partiyeke xwe bi xwe îdare dike, partiyeke biîstiqrar, partiyeke di nava civatê de şax berda be heye. Îro avakirina partiyeke bi vî rengî, weke wazîfe û berpirsiyariyeke dîrokî  ye ku li ser milên hemû  potansiyela ku xwe nêzî vê projeya Kurdistanî dibînin.

HPK  careke  din bangî  hemû  kes û  potansiyela  ku pêwistiya  partiyeke  Kurdistanî  dibînin dike ku, werin em bi  hevdu re vê pêwistiya miletê  xwe pêk  bînin. HPK  her dem amade ye ku  ji bo avakirina  partiyeke Kurdistanî  hevdudîtin û xebatên berhemdar pêk bîne.

Ev bîr û raya HPKyê   nabe  sedem ku HPK  bernameya  xwe ya jibo avakirina partiyê  rawestîne. Ji ber  vê  yekê  jî Meclîsa HPKyê  mizgîniyê  dide gelê  me ku em ê  di 18 û 19yê Cotmeha   2014an  de Kongreya xwe ya damezrandinê  lidarbixin  û em ê partiya xwe ava bikin.  

HPK  careke din bangî wan hevalên ku beşdarî pêvajoya 27ê nisanê û ya  19-20 cotmeha 2013an  bûne dike ku bi awayek geş, em li keda xwe xwedî derkevin, em bi hevdu re partiya xwe ava bikin.  HPK careke din jî bangî wê potansiyela  ku  xwe nêzî vê projeyê dibîne dike ku em bi hevdu re vê gava avakirina partiyeke Kurdistanî  xurt  bikin.

HPK jibo ew potansiyela Kurdistanî ya herî berfireh bikaribe di nava partiyeke Kurdistanî de bicive, dê xebatên xwe piştî damezrandina partiyê  jî bi awayekî geş berdewam bike.HPK dê vê yeke wek wazîfe û berpirsiyariyeke Kurdistanî bihesibîne.

Meclîsa HPKyê, di civîna xwe de  bi berfirehî li ser rewşa Başûrê welatê me jî rawestiya. Li başûrê Kurdistanê miletê me ji dewleta federe ber bi dewleteke konfederal yan jî serbixwe ve dimeşe. Di demeke weha de karesata Şingalê weke hewldana jenosîdeke ku li dijî birayên me yên Êzidî yên kurd pêk hatî, dê di rûpelên dîrokê de cîhê xwe bigire.

Ew hêzên  ku bi karesata Şingalê ve xwestin destê miletê kurd di meşa dewleteke konfederal yan serbixwe de lawaz bikin, di wan plan û hewldanên xwe yên qirêj de fetisîne. Piştî paşvekêşana  ewil ya pêşmegeyî,  Hikûmeta Kurdistanê bi hemû hêz û hestên xwe yên neteweyî êrîşeke dijwar biriye ser qatilên DAIŞê. Pêşmergeyên Kurdistanê bi vî şerê xwe  ve hêviyên miletê me careke din geş kirine. Piştgirî û lêbixwedîderketina dewletên cîhanê jî,  bûye temînat û mizgîniya dewleta Kurdistanê. Tu kes dê nikaribe rê li ber serxwebûn û azadiya  welatê me bigire.

Meclîsa HPKyê  bi hemû îmkan û hêza xwe ve  li gel Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ye. Em di wê baweriyê de ne ku her serkeftin û destkeftineke li başûrê welatê me bidest bikeve, dê tesîreke esasî ya erênî li ser têkoşîna serkeftina  hemû parçeyên Kurdistanê bike. Li  kê dere cîhanê  kurd çi destekeftinan  bi  dest  bixin,  em ê  wan  weke destkeftinên xwe zanibin.

Meclîsa HPKyê di derbarê  diyalog û yekitiyên neteweyî jî careke din nirxandinên berfireh kir.Herçend  îro bi awayê siyasî , psîkolojîk û fikrî de,  jiber siyaset û helwestên hinek aliyan,  şerdên yekitiyeke neteweyî hîna çênebûbe jî, HPK girîngiyeke mezin dide diyalog, dayin û stendin û tifaqên li ser esasê  berjewendiyên  neteweyî û demokratik yên di navbera kurdan de.

Meclîsa HPKyê careke din tekîd  kiriye ku ew nêrînên di daxuyaniya  Komîteya  Rêveberiyê  (KR)  ya HPKyê ya di 28.08.2014an de,  di derbarê  Desteya  Diyalogê ya Kurd (DDK) de  hatiye belav kirin, esasên  siyaseta me zelal kiriye. DDK,  ne tifaqekek  yan jî  dezgehek e. DDK  navê civînên diyalogê ye. Mixabin ev rastiya bi awayekî şaş di raya giştî de hatiye îlan kirin. Em dixwazin careke din raya giştî agahdar bikin ku,  di van civînan de  li ser tu bername, biryar û dezgehan  lihevhatinek  çênebûye.

Belê,  wek Meclîsa HPKyê  em dixwazin  mizgîniya  partiyeke  Kurdistanî  bi dor û bereke berfireh re, weke berhemeke hevpar û  em  giş  bi hevdu re bidin miletê kurd û hemû kurdistaniyan.Û em careke din bangî hemû potansiyela ku xwe nêzî vê projeye dibînin dikin ku werin em bi hevdu re partiya xwe ava bikin.13.09.2014

Bijî mafê çarenûsiya miletê kurd

Bijî Kurdistan

Bijî  Biryara Partîbûyinê ya Hewldana  Partiyeke  Kurdistanî.

Meclîsa Hewldana Partiyeke Kurdistanî

 

 

 

 

 

 

Back to top button