Hevpeyvîn

Em dixwazin kurdî bibe zimanê fermî

 

1- Gelo hun dikarin ji ber destpêka sala nû ya perwerdeyî û hînkarî, bi navê Hewldana Yekîtîya Mamosteyên Kurdistanê, bi kurtayî basa armanc û xebatên xwe bikin?

– Xebata me, di serî de bi kombûnên teng di meha Adara sala 2014 de dest pêkir. Paşê ev kombûnan bi berfirehî dom kirin û di 19yê meha Hezîrana 2014 de bi beşderbûna 60 kesan kombûneke berfireh hate sazkirin. Di encama danûsendin û gengeşîyên vê kombûnê de, li ser hinek pirensîbên bingehîn hemfikrîya beşdarvanan çêbû û encama vê kombûnê bi belavokek ji rayagiştî re hate ragehandin. Kombûnek nû ya berfireh jî, dê roja 11.10.2014yê bête sazkirin, di vê kombûnê de wê reşnivîsa bername û rêznameyê jî bête pêşkêşkirin. Bi vê minasebetê, em hemû mamosteyên Kurdistanî vedixwînin vê kombûna xwe ya berfireh. 

Armanca Hewldana me ev e: bêyî ku li benda pêkhatina hedefên neteweyî bimîne, dê mafê meslekî û demokratîk ên hemû perwerdekaran biparêze; dê ji bo perwerdekirina mamosteyan û amadekirina materyalên dersê bixebite û herweha piştgirî bide xebatên wisa; dê ji bo mamosteyan kursên ziman sazbike, ji bo gengeşîkirin û lêkolîna ziman û perwedeya bi zimanê kurdî kovareke peryodîk biweşîne û ji bo firekirina asoya mamosteyan li ser modelên ciyawaz ên perwerdeyî lêkolînan bike. 

2- Hun der barê mafê perwerdeyîya bi zimanê dayikê û dahatûya kurdî de çi difikirin?

-Em di sedsala 21. de dijîn û di vî serdemê de gengeşîkirina mafê perwerdeyîya bi zimanê dayikê, ji ber zihnîyeta qedexeker, tuneker û asîmîlasyonîst a dewleta cumhuriyetê ye. Ev zihnîyeta hanê, bûye sebebê mexdûriyeteke dîrokî. Em dixwazin kurdî, bibe zimanê fermî yê Kurdistanê û li gişê Turkiyê jî bibe zimanê fermî yê duyemîn; ji seretayî bigire hetanî unîversîteyê bibe zimanê perwerdeyî-hînkarî û di sazîyên giştî de wek zimanê fermî bête bikaranîn.

3-Di çarçoveya armanc û prensîbên dîyarkirî de hun xwe wek şopgerê kîjan mîrasî dibînin?

– Daxwazên me xwe disipêrin rabirdûyeke dîrokî ya 100 salan. Sala 1908ê Komeleya Teavûn û Teraqî ya Kurd hatibû damezirandin û di nav daxwazên wê yên sereke de jî daxwaza “qebûlkirina fermîbûna zimanê kurdî, perwerdeyî û hînkarîya bi zimanê kurdî” hebûn. Îro jî em doza van daxwazan dikin û xwe şopgerê vê mîrasê dibînin; ji ber vê yekê em dixwazin li bakurê Kurdistanê perwerdeyî, ji seretayî hetanî unîversîteyê bi dîyalektên kurmancî û zazakî (dimilî) çêbe. 

 4- Ji bo perwerdeyîya bi zimanê dayikê banga boykotkirinê hatîye kirin, hun der barê vê yekê de çi difikirin?

– Di bersivdayina vê pirsa we de lazime li ser sê esasan bête rawestandin. Yekemîn; boykot, ji bo bidestxistina mafan, yek ji van rêbazên meşrû û demokratîk ê ragehandina daxwaz û dengê mirova ye. Bêguman dema ku çalakîyên wisa bêne kirin, divê civak bête îqnakirin, xwendekar û welî bi îrade û riza xwe tevlî boykotê bibin. Dema ku çalakîyên werkîno bêne kirin, ji bo ku meşrûyet wenda nebe û piştgirîyek xurt a civakî û rayagiştî bête girtin, divê rê û rêbazên şîddet û zordarîyê neyin bikaranîn. Ya duyemîn; çalakîyên werkîno yên ku di çarçoveya daxwaza mafên netewî û demokratîk de bêne kirin, divê li ser esasê lihevhatinekê giştî bêne lidarxistin ku grubên sîyasî û civakî yên cûda yên Kurdistanê jî karibin beşdar bibin. Ya sêyemîn:  Ku partîyek yan jî grubeke sîyasî, di çaçroveya polîtîkayên xwe de bi awayeke yekalî biryaran bigire û van biryaran jî wek pîvana kurdîtî û welatparêzîyê nîşan bide, ne rast e û herweha dibe sebeb ku ev daxwaza meşrû û rewa, nebe daxwaza hevpar a milletê kurd.

5- Ji sê salên dawî vir de dersê bijartî yê kurdî bi awayekî qanûnî di mûfredatê de cî girtîye û sala çûyî jî hate aşkerekirin ku dibistanên taybet dikarin bi zimanê kurdî perwerdeyî bikin. Lê belê em dizanin ku rêjeya serdana dersên bijartî gelek kêm e û bi egera hinek sebeban di dibistanên taybet de jî perwerdeya bi zimanê kurdî nayête kirin. Gelo hun der barê vê yekê de çi difikirin?

– Di seranserê dîroka Cumhuriyetê de li ser ziman û dîyalektên kurdî (Kurmancî/Zazakî-Dimilî) polîtîkayên zordarî, tunekirin û asîmîlasyonê hatin tetbîqkirin. Ev çend salên dawî di hinek unîversîteyan de vebûna Beşê Zimanê Kurdî û di dibistanan de wek dersê bijartî xwendina kurdî, bêguman nîşanê guherîn û pêşketinek bû. Li ser zimanê kurdî pêşîyê li Unîversîteya Artukluyê, paşê jî li unîversîteyên Muş, Bîngol û Wanê rêya xwendina master û lîsansê vebû; ji bo dersa bijartî ya kurdî pirtûk hatin amadekirin. Lê belê gav û pêşkevtinên wisa, negehîştin qonaxa pêdivî, xebatên li ser zimanê kurdî û hêvîyên der barê perwerdeya bi zimanê dayikê de pêknehatin.

Sebebê vê rewşa hanê, ji alîkî ve, ji ber dûrnebînîya welî û perwerdekarên Kurdistanê ye. Ji alîyê din ve jî, hikumet dixwaze vê kêmanîyê bikarbîne û ji ber vê yekê jî pirr giran dimeşe. Hikumet, ji bo dersên bijartî serdana 28 hezar kesên sala parîn wek rêjeyeke esasî nîşan dide û vê yekê di çarçoveya erz-talebê de dinirxîne, dibêje rexbet û eleqa ji bo dersê bijartî yê kurdî nîne û dixwaze polîtîkayên xwe jî li gor vê yekê bimeşîne. Eger em dûrbîn bûna û me eleqeya pêdivî nîşanê dersên bijartî bidana, bi sed hezaran xwendekaran dersê kurdî hilbijarta, bêguman dê ev hincetên pûç ên di destê hikumetê de têkbiçûna. Bivê nevê wê mecburî radeya van maf û daxwazan bilind bikira û gavên hîn girîng biavêta.

Di halekî wisa de, dê me jî basa dersê bijarte yê kurdî û wergirtina mamosteyên kurdî nekira, wê demê me dikarî bi hêz û rastînî basa perwerdeya bi zimanê dayikê bikira. Lê belê divê em vê yekê jî bizanin, zihnîyeta ku mamosteyên xwedî master wernegire, nîyeta xwe ya qedexeker û înkarîyê dîyar dike û li hemberê guherînê liberxwe dide. Mamosteyên ku perwerdeyîya lîsans û masterê girtine nekevin dersên bijarte, yan dersên xwendekaran vala derbas dibin yan jî di şûna wan de kesên ku qet alfabeya kurdî jî nizanin wê têkevin dersê. Di rewşekî wisa de, bêguman welî û xwendekar naxwazin dersê bijarte yê kurdî bixwînin.

Dema ku mamosteyê kurdî tune be, di şûna wan de kesên bêehlîyet dikevin dersê. Ev rewşa hanê jî eleqeya xwendekar û welîyan kêm dike, hînbûna ziman zahmet dike û dibe sebebê sernekevtinê. Bi tevî vê yekê li gor daxuyanîya Wezîrê Perwerdeyî Nabî Avcî, îsal digel 40 hezar mamosteyan wê 15-20 mamosteyên kurdî jî bêne wergirtin. Ku ev pêngav bibe wesîleya bihûrandina xeteke sor, wek gaveke erînî nirixandina wê mimkun dibe. 11.09.2014

Têbinî: Ev hevpeyvîn ji aliyê Seîd VEROJ ve hatiye kirin. 

 

 

 

Back to top button