Nivîsar

Serpêhatiya Gulsorê

 
Roja Pênçşemê, ez derketim derve û çûm taxa ku jê re dibêjin ”Hz. Silêman.”  De ez çi bibînim! Alemek civiyaye ku tu axê bavêjî hewa, li erdê nakeve. Dayikên me, xaltîk û metikên mê, keçên ciwan, hemû destên xwe ber bi asîman ve vekirine; diqûrin, digrîn û dua dikin.
 
Pîrik û kal, keçên ciwan jî, her yekê di destê wan de Quraneke pîroz heye, di bezin û berbi xelkê ve diçin, dibêjin: ”Em ji rihê wî
re bixwînin, bila duayên we qebûl bibin!”
 
Her mirovek li tenişta wan rudine û ji daxwazan re mewlûd û Yasin bi pere didine xwendin.
 
Yek dibêje ”bextê qîza min veke”…
Yek dibêje ”layê min ji hepsê derxe.”…
Her yek li gor xwe tiştekî dixwaze.
 
Şekirfiroş jî şekirê Hz. Silêman difroşe û dibêje: ”Kî vî şekrî bixwe, miradê wan dibe!”
 
Ew hawe bala min gelekî kişand, her yek bi havayekî daxwaza xwe dianî zimên.
 
Tiştekî xerîb hebû, tiştekî ne dirê de hebû. Min bala xwe dayê ku ev alem her tiştî ji Hz. Silêman dixwazin.
 
Dengê yekê hate min, got: ”Ya Hz. Silêman tu bikî ku…”  û hew min fêm kir. Xelkê ji wî daxwazên xwe dixwestin.
 
Ez hema çûm û li ber yekê ji wan rûniştim û min got:
– Xaltîkê, navê te bi xêr?
 
Jinikê got:
– Navê min Fatê ye.
 
Min gotê:
– Xaltîka Fatê, tu her car têyî virê?
 
Fatê got:
– Erê law, ez timî têm.
 
Min gotê:
– Tu têyî çi?
 
Fatê got:
– Derdê min heye, ez jî ji xwe re têm, xwe davêjim bextê vî Hz. Silêmanî.
 
 
Ciwanokek jî bi navê Sorgul li tenişta xaltîka Fatê runiştî ye. Xaltî çi duayê dike, ew jî dibêje “Amîn”.
Sorgul ciwanokeke hustûxwar e, jar e û hema rih tê de maye.
 
Qiza xaltîka Fatê di 15 saliya xwe de zewicandine. Ev e çar salên wê ne ku zewiciye û zarokên wê çênabin, Fatê jî ew aniyê ser gora Hz. Silêman. Mêrê Sorgulê jî, dike ku hewiyekê bîne ser wê.
 
Ez şaş û matmayî mam. Piştre min gotê:
– Tu û merê xwe çûne bijişkekî?
 
Sorgulê got:
– Na!
 
Min gotê:
–         Çima?
 
Sorgulê got:
–         Xwesuya min dibêjê “ne hevce ye ku çêbuba, ewê çêbana. Ev e 4 salên te ne ku Zarok çinebûne. Ya ku zarokên wê çênebin, gerek e hewî bê serê. Mirîşka ku hêk neke, divê serê wê jêbe.”  Zilamê min jî dike jinekê bînê ser min. Em jî hatine virê. Me dua kir û ez ê şekir jî bixwum, belkî zarokên min çêbibin.
 
Min gotê:
– Ka dengê te çu Hezret?
 
Sorgulê got:
– Nizanim.
 
Min bala xwe dayê ku em çiqasî hatine asîmîlekirin; mejiyê me şuştine, nizanin ku meriv hew tenê daxwaz ji Xwedê dike. Hz. Silêman jî mirovekî mirî ye, deng jî naçe mirîyan.
 
Min got Fatê:
– Xaltîkê, bila Sorgul bi mêrê xwe re biaxive,  bila herdu herin doktorekî. Pisgirêka wan encax doctor çareser bikin, ne mirovên mirî!
 
Xaltîka min, çavên xwe kutan nava çavên min û got:
– Hişbe, fermesuna pîs, de here karê xwe. Hewqas mirov tên virê, tev ji kêfa xwe re tên?
 
Xaltîka Fatê ez ji wirê qewirandim.
                     
KESÊ GOTÎ:   Xaltîka Fatê

TEMEN:         53

HEREM :        Diyarbekîr

BERHEVKAR: Zînê Amedî
 

Back to top button