Nivîsar

Sûîqasta herî mezin kîjan e?

Wek tê zanîn Îro saet 06.00an li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê endamê Komîteya Dîplomasî ya Desteya Bilind a Kurd (DBK), Endamê Dîwana Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û TEV-DEM’ê Îsa Heso dema dixwest ji mal biçe, di otomobîla wî de teqîn çêbû, di encama teqînê de jîyana xwe ji dest da.

Ez weke ferdeki Kurd, sûîkasta ko li hemberî Endamê Konseya Bilind a Rojavayê Kurdistanê Îsa Huso pêk hatîye, bi tundî şermezar dikim. Ne tenê Îsa Huso, kujtina her ferdeki Kurd bo min xemgînîya herî mezine.

Çima Îsa Huso?

Balkêşe berî şoreşa Sûriyê Îsa Heso ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatibû girtin û bi dest pê kirina şoreşê re tê berdan. Du kurên Îsa Heso jî di nava refên PKKê de jiyana xwe ji dest dane. Îhtîmalek mezine ko ev suikast, ji teref rejîmê ve, li dijî PYD’ê weke hişyarnameyekê têt xuyakirin, da ko rêkeftnameya di navbera Ba’sê û PYD’ê de were bi cîh kirin.

Em werin ser mijara xwe ya eslî

Hevserokê BDP Silhedîn Demirtaş: “Sebaret bi avahîya (çêkirîya) demografîya Tirkî ya ango, em li ser navên gelên Tirkî dibêjin, ko em li dijî sîstemek Federalîyê û li dijî Kurdistaneke serbexoyî ya yekgirtî ne.” Ma gelo ji vê sûîqasê mezintirîn hîn ti sûîqastên din hene?

Nivîskarê Tirk Ali Kemal Ozcan : “Di encama Konferansa Kurdan de, dê îttîfaqa Tirk û Kurdan derkeve. Ji ber ko 15 milyon Kurdên Tirkî melez in (dureh in), yanî eslîyeta xwe ya resenî wenda kirine.” Ger mîlletekî orjînalîteya xwe ya eslî wenda kiribe, ev tê wateya ko ew gel, wesfê xwe yê netewî Kurdî wenda kirîye. Ma gelo ji vê sûîqasê mezintirîn hîn ti sûîqastên din hene?

Endamê konseya birêvebir ya KCK’ê Mustafa Karasu (bi nîjada xwe tirk e) : “Di îdeolojî û felsefeya Ocalanî de îqtîdar û devleta Kurdistanê tine ye. Ma gelo ji vê sûîqasê mezintirîn hîn ti sûîqastên din hene?

Wek tê zanîn Serokê konseya birêvebir ya KCK-ê Murat Karayilan ji hinek rojnamevanên tirk re gotibû; “Em li dijî damezirandina dewletek Kurdistanê ya serbexoyî ne. Ger dewletek Kurdi bête damezirandin, emê piştevanî û piştgirîyê nedin vê biryara hanê. Em li dijî netewdewletbûnê ne. Ji ber ko dema netewdewletbûne derbas bûye, û Ew piştgiriya dewleteka kurdî ya neteweyî li başûrê Kurdistanê nakin ji ber di dewleta neteweyî de dîktatorî çêdibe.” Ma gelo ji vê sûîqasê mezintirîn hîn ti sûîqastên din hene?

Li ser rûyê gerdûnîyê ti millet tine ye, ko muttefîkekî wî yê startejîk tine be. Lê Kurdan dagirkerên xwe ji xwe re kirine muttefîk, çareserîya mîletê xwe radestî mêtingehkarên xwe kirine. Ma gelo ji vê sûîqasê mezintirîn hîn ti sûîqastên din hene?

Îro mîlletê me yê Kurdistana Bakur bi rêjeyek mezin ko hejmara wan digihêje 10 mîlyonî koçberî şarên Tirkî bûne, digel bişavtinê-(asîmîlebûnê) adet û toreyên xwe yên Kurdî jî, ji bîr kirine. Ma gelo ji vê sûîqasê mezintirîn hîn ti sûîqastên din hene?

Hetta ko hûn van sûîqastên mezin nebînin, sedemê sûîqastên şexsî dê bi sirra xwe ve here qîyametê.

Mehmet Emin Özbilen

 

(Nasname.com)

 

 

Back to top button