Polîtîk

Serokwezîrên Tirkiye û Kurdistanê civiyan

 

Di çarçoweya serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê de îro Serokwezîrê Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan re civiya û di civînê de rewşa deverê, peywendiyên heyî yên di navbera her du aliyanyan de, pêşhat û bûyerên siyasî yên li Sûriyayê, rewşa Rojawayê Kurdistanê û amadekariyên heyî yên ji bo li dar xistina kongreya netewî ya Kurd û rewşa Îraqê hatin nirxandin.

Di civîna han de ku, ji aliyê Kurdistanê ve her yek ji Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê, Aştî Hewramî, Sefîn Dizeyî û ji aliyê Tirkiyeyê ve jî wezîrê derve, Tener Yilidiz, Hetayi Yazici jî tê de beşdarbûn rewşa deverê bi giştî û pêşhatin dawî yên li Sûriyayê û bandora wan li ser Tirkiyeyê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de her du alî tekez li ser bihêztir kirina peywendiyên heyî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de kir û behsa çawetiya hemahengiya zêdetir ya di warê enerjî de kirin û her du alî li ser girîngî dan bi wan waran bi taybetî warên bazirganî û enerjiyê jî hemfikir bûn.

Rewşa siyasî ya niha a Îraqê û çarenûsa prosesa siyasiya Îraqê û ev pêngavên ku, bo aramkirina rewşa Îraqê jî heta niha hatine avêtin hatin nîqaşkirin û Serokwezîrê Tirkiyeyê jî kêfxweşiya xwe a li hember başbûna peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir û piştgîriya Tirkiyeyê jî bo çareser kirina aştiyane ya kêşeyên heyî diyar kir.

 

 

Back to top button