Civak

Ji bo hilbijartinê kursiyên Parêzgehên Kurdistanê diyar bûn

Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan hejmara kursiyan û kotaya jinan û kemîneyan ji bo hilbijartina Encûmena Parêzgehên Herêma Kurdistanê eşkere kir.

Malpera fermî ya Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan hejmara kursiyên Encumena Parêzgehên Herêm û hejmara kotaya jinan diyar kir ku heta niha kes nizane kengê wê hilbijartinê encam didin.

Li gor zanyariyên rêxistina hilbijartinê hejmara rûniştvanên Hewlêrê milyonek û 657 hezar kes hatiye danîn, ji bo encûmena parêzgehê jî 30 kursî hatiye diyar kirin li wê rêjeyê jî 9 kursî ji bo kotaya jinan hatiye danîn. Her wiha sê kursî ji bo Turkmen û dû kursî ji bo Kildan û Aşuriyan, bi vê pêverê jî li Hewlêrê ji bo yek kursî 55 hezar deng hatiye danîn.

Her wiha hejmara rûniştvanên bajarê Silêmaniyê jî milyonek û 931 hezar hatiye diyar kirin, hejmara kursiyan jî 32 kursiye, ku ji wê rêjeyê 10 kursî ji bo kotaya jinane û yek kursî jî ji bo Kildan û Aşuriyane bi vê pêverê jî li Silêmanî ji bo yek kursiyê Encumena Parêzgehê zêdetirê 60 hezar deng hatiye danîn.

Hejmara rûniştvanên Dihokê jî milyonek û 158 hezar kes hatiye diyar kirin 28 kursî jî ji bo Encumena Parêzgeha wî bajarî hatiye danan, ku ji wê rêjeyê 9 kursî ji bo kotaya jinane û yek kursî ji bo Ermenan û dû kursî ji bo Kildan û Aşurî û Suryanane. Bi vê pêverê jî ji bo yek kursî ya li Parêzgeha Dihokê 41 hezar deng hatiye danîn.

Back to top button