Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Dubey bi Serokwezîrê Kweytê Şêx Ehmed Ebdila Ehmed Sebah re civiya.
Di wê civînê de, ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû, Serokwezîrê Kwêytê silav û rêzên Mîrê Kwêtê Şêx Meşel Ehmed Cabir Sebah gehandin Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re diyar kir.
Serokwezîrê Kwêtê herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Kwêtê vexwand.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di wê civînê de amaje da giringiya bihêzkirina peywendiyên dualî û berdewamkirina alîkarî û hevahengiyên navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Kwêtê di warên cuda cuda de.
Di pareke din a wê civînê de, danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraqê û dawî guhertin û pêşhatên deverê hatin kirin.