Cîhan

Serokê Rûsyayê Pûtîn bi Colanî re bi telefonê axivî


Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Pûtîn û Serokê Rêveberiya HTŞê ya Sûriyeyê Colanî bi telefonê axivîn.

Li gorî daxuyaniya Kremlînê, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li Sûriyeyê Mihemed El Colanî (Ehmed El Şara) bi telefonê axivîn. Daxuyaniya Kremlînê got ku herdu kesan têkiliyên Rûsya û Sûriyê gotûbêj kirin û “biryariya Pûtîn ji bo alîkariya baştirkirina rewşa civakî-aborî li Sûriyê diyar kirin.”

Komên cîhadî yên ser bi HTŞê di 8ê Kanûna 2024an de paytexta Şamê kontrol kirin, piştî wê Beşar Esed dest ji posta xwe ya serokatiyê berda û ji welatê xwe reviya Rûsyayê û li wir mafê penaberiyê wergirt. Bi bidawîhatina desthilata Beşar Esed li Sûriyê, çarenivîsa baregehên hewayî û deryayî yên leşkerî yên Rûsyayê li wî welatî jî bûye cihê meraqê.


Di daxuyaniya Kremlînê ya derbarê hevdîtina Pûtîn û Colanî de jî hat destnîşankirin ku Rûsya piştgiriya yekitî, serwerî û yekîtiya axa Sûriyeyê dike û wiha hat gotin:

“Di vî warî de, girîngiya pêkanîna komek tedbîran ji bo asayîkirina domdar li welat û xurtkirina diyaloga nav Sûriyê bi beşdariya hêzên sereke yên siyasî û komên etnîkî-olî yên xelkê tekez kir. Pûtîn biryardariya Rûsyayê diyar kir ku ji bo baştirkirina rewşa civakî-aborî li Sûriyê, di nav de pêşkêşkirina alîkariyên mirovî.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di warên bazirganî, aborî û perwerdeyê de hevkariya her du welatan jî hat axaftin û wiha hat gotin, “Ji bo nirxandina rojeva berfireh a ji bo pêşxistina hevkariyên dualî, biryar hat girtin ku têkiliyên bi vî rengî yên erênî dewam bikin. “


Ji aliyeke din ve, wezîrê derve yê rêveberiya demkî li Sûriyê, Esed Hesen Şeybanî îro di daxuyaniyekê de ragihand, ku welatê wî peyamên erênî ji Rûsya û Îranê wergirtine, lê ew li benda garantiyên zêdetir ji van her du welatan in.

Peywendiya rasterast di asta herî bilind de di navbera Rûsya û rêveberiya nû ya Sûriyê de piştî rûxandina rêjîma Esed di meha borî de pêk hat, dema ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov çû paytexta Şamê û bi serokê HTS Mihemed El-Colanî re civiya. Di dema ku Rûsya dixwaze baregeha xwe ya deryayî ya li Tartûs û baregeha hewayî ya Hmeymim bimîne, ji ber ku, çarenivîsa van baregehên leşkerî ne diyar e.

Back to top button