Polîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê û serokwezîrê Iraqê civiyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Mesrûr Barzanî ji Serokwezîrê Iraqê re diyar kiriye: “Eger niyeta çareseriyê hebe, gelek rê hene ji bo çareserkirina kêşeyan û rêkeftina me ya aliyan û karnameya wezarî ya hikûmeta me heye ji bo çareserkirina kêşeyan.”

Di daxuyaniya hikûmetê de hat eşkerekirin: “Îro Çarşemê 11ê Çileyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya. Di civînê de tekezî li girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û karnameya wezarî hat kirin.”

Herwiha hat diyarkirin: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku eger niyeta çareseriyê hebe, gelek rê hene ji bo çareserkirina kêşeyan, herwiha diyar kir ku rêkeftina me ya aliyan û karnameya wezarî ya hikûmeta me heye ji bo çareserkirina kêşeyan.”

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî tekez kiriye ku daxwaza me ya bihêz heye ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, bi awayekî ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.”

Beşeke din a civînê li ser gotûbêjkirina amadekariyên projeyasaya budceya federal a ji bo sala 2023an û hûrgiliyên pişk û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya federal de bûye.

Herwiha li ser pêngavên amadekirina projeyasaya petrol û gaza federal gotûbêj hatiye kirin, her wek di rêkeftina aliyan de ji bo pêkanîna hikûmetê û di karnameya wezarî de hatiye.

Hat eşkerekirin ku herdu alî hevnêrîn bûne li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyan û gihîştina çareseriyekê ji bo herdu mijarên pêwendîdar ên budce û petrol û gazê di çarçoveya destûrê de.

Girîngiya cîbicîkirina Madeya 140 û desteberkirina mafên destûrî yên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê wek beşek ji sîstema berevaniya Iraqa Federal û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, çend mijarên din ên gotûbêjan bûne.

Back to top button