Polîtîk

Nûnerê Amerîkayê serdana ENKSê kir

Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicolas Grainger, ligel ENKSê, pêşhateyên herî dawî yên deverê gotûbêj kirin.

Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicolas Grainger serdana baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ya li Qamişloyê kir.

Nicolas Grainger di serdana xwe de ligel serkirdetiya ENKSê civiya, ku ji Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso, Feysel Yûsif, Nîmet Dawûd û Fesla Yûsif pêk dihat.

Hat eşkerekirin ku di hevdîtinê de Nicolas Grainger û serkirdetiya ENKSê pêşhateyên herî dawî yên deverê gotûbêj kirine.

Back to top button