
Li gora Rûdawê, sibe Lûtkeya Aborî ya Davosê li Swîsreyê tê sazkirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî beşdarî lûtkeyê dibinBiryar e sibe sêşemê (23.01.2018) li Siwîsreyê Lûtkeya Aborî ya Davosê bê sazkirin û amadekariyên wê ji niha ve temam bûne û mêvan jî gihîştine cihê lûtkeyê.Cudahiya lûtkeya îsal amadebûna Serokê Amerîka Donald Trump e tevî ku ji ber pirsgirêkên nebûna budceya hikûmeta Amerîkayê, hinek pirsgirêk ji bo serdana Trump a Davosê çêbûne.Berpirsekî payebilind ê Koşka Spî ragihand ku, herçiqasî budce nebe jî, Serokê Amerîka dikare serdana Davosê bike û beşdarî civînan bibe.Ji ber nakokiyên navbera Komarîxwaz û Demokratên Amerîka, pesendkirina budceyê hate hilweşandin û xizmetguzariyên hikûmetê rawestiyan.Di lûtkeya îsal a Davosê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî amade dibin.Li gor plana îsal a Davosê, bi dehan serkirdeyên cîhanê û kesayetiyên siyasî yên naskirî beşdar dibin.Tîmeke medyayî ya Rûdawê jî rûmala Lûtkeya Aborî ya Davosê dike.