Hêzên rejima Suriye li dijê Idlibê dest operasyonê kir

Li gora ku Sputnik radigihîne, wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got, “Artêşa Sûriyeye û hêzên milîs ji bo berterefkirin û tunekirina milîtanên Fetih el Şamê (El Nûsra) ku li Idlibê hatiye dorpêçkirin, operasyon da destpêkirin. Di deste milîtanan de tank, alavên muharebeye, pergalên topavêtinê û topên hewan hene.”Di daxuyaniyê herwiha hate desnîşankirin ku, artêşa Sûriyeyê di 24 saetên dawiyê de 6 kîlomtre bi bakurê balafirxaneya leşkerî ya Ebû Duhûrê bi pêş de çûye û 24 jîngehên din ji mîlîtanan hatiye paqijkirin.Artêşa Sûriyeyê hefiya bihûrî balafirxaneya leşkerî ya Ebû Dûhûrê ku ji 2015an û vir de di deste DAIŞê de bû cardin kontrol kiribû. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: