Serok Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê dilgiraniya xwe li hember êrîş û bombebarana arteşa Tirkiyeyê li ser devera Efrînê diyar dike û daxwazê dike ew êrîş bên rawestandin û canê hevwelatiyan jî bê parastin.Serok dibêje ku bi tecrûbe hatiye îspat kirin ku arîşe û kirzî bi şer û pevçûnan çareser nabin û rêya herî baş ji bo çareserkirina kirîz û pirsgirêkan rêya aştiyê ye.Ev li jêr teksta daxuyaniyê:Bi navê Xwedayê bexşinde û mîhrebanBi êrîş û bombebarana arteşa Tirkiyeyê û çend aliyên din bo ser bajarê Efrînê û canjidestdan û qurbanîbûna xelkê sivîlê wî bajarî em egelek dilgiran û nerehet kirine.Em hêvîdar in ku, bi zûtirîn dem ew êrîş rawestin û canê hevwelatyan bê parastin û êdî ji vê yekê zêdetir berfirehtir nebe û karesat û derencamên xerptir jê çê nebin.Lo gor hemû terûbeyên deverê, bi şer û tundûtîjiyê kirîz û pirsgirêk kûrtir û berfirehtir dibin. Baştirîn rêya çareserkirina kirîz û arîşeyan li deverê, rêya bi aşitiyane ye.Mesûd Barzanî