Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê dawî pêşhat û guhartinên Iraq û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka hatin kirin.
Balyozê Amerîka li Iraqê, pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijatinên Encûmena Nûneran a Iraqê li serokwezîr kir û piştevaniya Amerîka ji bo Iraqeke federalî û xwedî serwerî dupat kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîka kir û tekezî li girîngiya pêkanîna hikûmeteke giştgîr kir ku maf û xwastekên hemû pêkhateyên cuda yên Iraqê desteber bike û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî jî bi awayekî rîşeyî û li ser bingeha destûrê çareser bike.