Serokwezîrê herêma Kurdistanê cejna Qurbanê pîroz dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta  cejna Qurbanê peyamek belav kir.

Peyama Serokwezîrê herêma Kurdistanê:

Bi minasebeta hatina cejna qurbana pîroz, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û bi taybetî cejna malbetên şehîdan û pêşmergeyên qehreman pîroz dikim.

Di wan demên pîroz da hêvî dikim alozî û nakokiyên li deverê bi rêya diyalogê û bi awayekî aştiyane bi dawî bên û aştî û aramî li deverê zal be.

Hêvî dikim bi yek rêzî û tebayî em hemû bi hev re hevkar bin bo xizmetkirina zêdetir ya gel û pêşketina welat.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

10.8.2019“

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: