Cîhan

Pêkanina herêma aram girîng e

Wezîrê derve yê Amerîkayê radigehîne, pêkanîna Herêma aram  li bakûrê Sûriyê, ji bo aşitî û aramiyê gavek girîng e.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompêo li ser rûpela xwe ya tora civakî ya twitterê nivîsandiye, ku pêşveçûn di danûstandinên di navbeyna Washington û Enqere de tên dîtin û her dû alî gihiştine mekanîzmayekî, ji bo çareser kirina gefên ewlekariyê yên li ser Tirkiyê.

Wezîrê derve yê Amerîkayê herweha nivîsandiye, dirustkirina devera aram li bakûrê Sûriyê gavek giring û baş e, ji bo asayiş û aramiya navçeyê.

Di çend rojên borî de, şandek leşkerî ya Amerîka li Tirkiyê bû û li gel berpirsên wî welatî, geheştin rêkeftina mekanîzmayekî ji bo avakirina devera aram li bakûrê Sûriyê.

Back to top button