Serokwezîr: Tehîsn Beg di tevgera kurdatiyê jî de roleke ber bi çav hebû
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi minasibeta wefata Mîr Tehsîn Beg mirê êzidiyan, di peyamekê da ji malbata mîr, Civata Rohaniya êzidiyan, tevaya êzidiyan û ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwaze.
Teksta peyama sersaxiyê:
Bi helkefta wexera dawiyê ya xwedêjêrazî Mîr Tehsîn Beg, mirê êzidiyan, behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesûkarên wî, Civata Rohanî û hemû xwûşk û birayên me yên êzidî û gelê Kurdistanê bi giştî dikim. Em hevpar û hevxemên malbata wî û tevaya êzidiyan e.
Mîr Tehsîn Beg ku zêdetir ji 70 salên derbasbûyî mîratiya êzidiyan li Kurdistan û Cîhanê kir, tevî ku di nava êzidiyan da xwedî pêgeh û rolek civakî û olî yê diyar bû, herwesa di tevgera kurdatiyê jî da û bi taybetî di şoreşa Îlonê da xwedî rol û beşdariyek ber bi çavan bû, piştî şoreşê jî ji ber helwestên xwe koçberî derveyî welat bû.
Mîr Tehsîn Beg berdewam digel civaka Kurdistanê, Îraqê û ya derveyî welat jî di nava peywendiyan da bû û qedir û pêgeha wî ya civakî, ne bi tenê di nava êzidiyan da, lê di nava civka Kurdistanê û ya Îraqê jî da diyar û ber bi çavan bûye û xwedî toreke berfireh ya têkeliyan bû. Xwedêjêrazî bi berdewamî lêdixebitî ku canê pêvejiyanê û hevqebûlkirinê di nava pêkhateyên Kurdistanê û Îraqê da xurtir û kûrtir bike,
Bîrhatina wî bi xêr be û Xwedayê mezin bi dilovaniya xwe şad bike.
Nêçîrvan Barzanî
Serowkezîrê Herêma Kurdistanê
28.01.2019
Hewlêr