Serokwezîr pêşwaziya konsulusu Îranê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li konsûlê nû yê Îranê li Hewlêrê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li konsûlê nû yê Îranê, Nesrullah Reşnûdî kir.

Di hevdîtinê de, Reşnûdî pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir ji ber ku bûye serokwezîrê Herêma Kurdistanê û jê re hêviya serkeftinê xwast.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bi xêr hatina wî dîplomatê Îranî kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Beriya Nesrullah Reşnûdî, Murteza Ebadî konsûlê Îranê li Hewlêrê bû.

Nerîna min :