Cîhan

Amerika û Tirkiye li hevdikin yan ..?

 

Ji aliyekî Tirkiye ji bo êrîşê Rojhilatê Firatê bike xwe amade dike û hêzek mezin li sinor hazir kiriye. Ji aliyek din ve heyetek nu ya Amerika serdana Tirkiye kir û hevdîtin di derbarê Herêma aram de berdewamin.

Tê îdia kirin  herî dawî Amerika dibêje ku bile kûrahiya herêma aram di nava axa Suriye de 15 km be û dirêjahijî 140 km be. Lê Tirkiye dibêje ku bila kûrahî di nava axa suriye de û Rojavayê Kurdistanê de 30-35 km be û dirêjahî jî 400 km bê.

Niha li Enqere guftogo li ser vê têne kirin. Amerika dixwaze hêzên Amerikî û yên Tirkî bi hevre Herêma Aram kontrol bikin ê hêzên HSDê ji deverê derkevin. Lê Tirkiye vekirî dibêje ku eger li hev nekin dê ew bi serê xwe êrîşê Rojhilatê Firatê bikin.

Li gora pispora dê Amerika û Tirkiye bigihin encamekî û li gora vê jî pêwendiyên du alî û rewşa PYDê jî ji nûve dikare bibe babetê naveroka hevdîtinên Amerika û Tirkiye.

Ji xwe eger herdu alî li hev nekin û Tirkiye êrîşê Rojhilatê Firatê bike, dê helwesta Amerika çibe nayê zanîn. Lê dixweyî behtir nêzikî li hevhatinekî ne.

Balkêş e ?
Close
Back to top button