Polîtîk
Serokwezîr pêşwaziya Balyozê Hindistanê li Îraqê dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzan, pêşwaziya Balyozê Hindistanê li Îraqê Prashant Pise kir, bi helkefta bidawîhatina erkê wî li Îraqê.
Di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Hindistanê Madan Gopal jî tê de amade bûbû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêz û hurmet ji bo bizav û karkirina Balyozê Hindistanê pêxemetî berdewamkirina peywendiyên dualî diyar kirin û daxwaza serkeftinê di erkê wî yê nû de jî jê re kir.
Balyozê Hindistanê li Îraqê spasiya hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, herwesa tekez li ser giringiya pêşxistina peywendiyên welatê xwe bi Herêma Kurdistanê re kir.